Gel naxwaze cenazeyê Franco yê faşîst li nava dêrê bê veşartin
Malbatên mirovên ku li Spanyayê di dema dîktatoriya Franco de hatin kuştin, ji bo cenazeyê dîktator li nava dêrê neyê veşartin, daketin qadan.
Malbatên mirovên ku li Spanyayê di dema dîktatoriya Franco de hatin kuştin, ji bo cenazeyê dîktator li nava dêrê neyê veşartin, daketin qadan.
Lîderê rejîma faşîst Francîsco Franco ku di Şerê Navxweyî yê Spanyayê de (1936-1939) bi ser ket, sala 1975'an mir û heta wê wextê Spanya bi dîktatoriyê bi rê ve bir. Di şerê navxweyî de nêzî 500 hezar kes mirin. Di dema dîktator a piştî şerê navxweyî de, bi dh hezaran Komarger û mûxalîfên din ji aliyê Frankîstan ve hatin kuştin, ya jî êşkencekirin.
Franco dema ku sala 1975'an mir, cenazeyê wî li mozoleyeke dewletê hate veşartin ku cenazeyên bi deh hezaran Frankîst û Komargeran lê ne. Piştre biryar ahte dayin ku cenazeyê wî ji wir bê derxistin. Lê belê tê gotin, cenazeyê dîktator dibe ku li Katedrala Almûdena ya Madrîdê were veşartin ku cenazeyê keça wî jî lê veşartî ye.
Bi hezaran kes li dijî vê yekê li ber Katedrala Almûdenayê li hev civiyan û xwepêşandaneke protestoyî li dar xistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Kîmînel (Franco) ji katedralê bê derxistin", "Madrîdek bêyî Franco" û "Edalet" hatin qîrîn. Çalakgeran diyar kirin ku ew li dij in ku cenazeyê dîktator li katedralê were veşartin.
Hîn zelal nebûye bê dîktator li ku derê were veşartin. Lê veşartina li Katedrala Almûdena ku cenazeye keça wî lê veşartî ye, yek ji alternatîfan e ku li ser tê axaftin.