Fransa nerazîbûn nîşanî Tirkiye ya êrîşî Kurdan û bang li NATO’yê dike

Wezîrê Karê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drîan diyar kir ku divê NATO têkildarî bê ka ji kîjan alî ve li gel Tirkiyeyê ye ‘daxuyaniyeke samîmî’ bide.

Wezîrê Karê Derve yê li Senetoya Fransayê axivî got: “Em di nava heman îtifaqê de cih digirin (…) NATO li kîjan aliye, Tirkiye jî li kîjan aliye, ji bo em bizanin berjewendiyên me yên hevpar li kû ne, divê bibim xwedî agahiyeke zelal, mezin, samîmî û ji raya giştî re vekirî ya li gel Tirkiyeyê, divê vê bi awayekî herî bi hêz bînin ziman, berovajî em ji nav vê dernakevin.”

Le Drîan bi domdarî got: “Dayîna daxuyaniya mezin xwe ferz dike. Mîna têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re di bin sêwana NATO’yê de jî xwe ferz dike. Rojev vê li me ferz dike.”

Wezîrê Fransî destnîşan kir ku Tirkiye li pêşberî îtifaqên NATO’yê herî kêm çar nezelaliyên wê hene û wiha rêz kir: Têkiliyên wê yên bi Rûsya re, Cotmeha 2019’an mudaxeleya wê ya li dijî Kurdên li Sûriyeyê, têkiliyên nediyariya sînorên behrê ya li Deryaya Spî û şantajên koçberan.

Le Drîan diyar kir ku Tirkiye ji NATO’yê desteka leşkerî û li qada parastina hewayî jî tebîrên baweriyê xwestiye lê heman demê ji Rûsya sîstema parastinê ya esmanî S-400 girt û got: “Dema li Idlibê derb xwar bi gotina ‘Dixwaza pêkanîna benda 4’an’ a ji îtifaqan daxwaza piştevaniyê de, lê heman demê bê ku şerm bike jantaja koçberan dike.

TEVÎ ENDAMÊ NATO’YÊ YE ÊRÎŞÎ KURDAN ÊN ÎTIFAQÊN ME NE KIR

Dewleta Tirk a li Idibê pişt bi dehan leşkerên wî hate kuştin û şûnde daxwaza civîna NATO’yê kiribû. Di civînê de NATO’yê piştevanî û desteka xwe ya ji bo Enqerê anîbû ziman lê ti lixwegirtinên zelal nekiribû. Dewleta Tirk li herêma Idlibê daxwaza qedexeya firîna balafiran kiribû.

Jean-Yves Le Drîan got: “Cotmeha borî, Tirkiye tevî parçeyek yê NATO’yê ye li dijî Kurdan ên di çarçoveya têkoşîna li DAÎŞ’ê îtifaqên me ne, mudaxeleyek yek alî kiribû.

Le Drîan bi daxuyaniyeke ku li Senatoyê dayî diyar kir ku Ewropa rê nade şantajên Tirkiye ya bi koçberan dike û got: “Ez dikarim bêjim ku zexta koçberan a li ber deriyê Ewropa ji aliyê rejîma Serokkomar Erdogan ve ji bo li dijî Yekîtiya Ewropayê weke şantajekê bikar bîne organîze kiriye (…) Yekîtiya Ewropayê rê nade vê şantajê. Sînorên Yewnanistan û qada Schengen hatiye girtin û ji bo girtî jî bimîne em ê bikevin nava hewldanan, ev zelal e.”