Fransa: Şantaja Tirkiyê nayê qebûlkirin

Wezîrê Karûbarê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan li dijî şantaja penaberan a rejîma Tirk helwest nîşan da û got, ''bi mîsogerî nayê qebûlkirin.''

Le Drîan li Meclîsa Netewî ya Fransayê axivî û got, ''Bi mîsogerî nayê qebûlkirin ku Tirkiye koçberan li dijî Ewropayê mîna rêbazeke zext û şantajê bi kar bîne.''

Wezîr li dij wê derket ku Enqer penaber û koçberên li ser xaka xwe mîna amûrekê bi kar bîne.

Piştî ku dewleta Tirk berê koçberan da Fransayê destek da hikûmeta Yewnan. Le Drîan got, ''Tiştên ku li ser sînorên Yewnan Rû didin bandorê li hemû herêma Schengenê dikin. Me aşkere kir ku em piştevaniyê li Tirkiyê dikin lê ev yek alî nabe, divê du alî be. Nayê qebûlkirin ku rayedarên Tirk vê mijarê manîpule bikin.''

Duşemê Komîserê Koçberan ê Yekîtiya Ewropayê Margarîtîs Schînas jî li dijî şantaja Tirkiyê ya penaberan gotibû, ''Ti kesek nikare şantajê li YE'yê bike.''