Fraksyonên Iraqî ji bo hikûmeta nû ya Iraqê çi dibêjin?

Îro biryar hatiye dayîn ku parlementa Iraqê ji bo bawerî pê anîna kabîneya hikûmeta nû ya Iraqê li hev kom bibe. Beşek ji fraksyonên parlamentê dibêjin; "em deng bi hikûmetê nadin."

Biryar hate girtin ku parlamenta Iraqê îro ji bo deng li ser kabîneya Mihemed Tofîq Elawî bidin li hev kom bibe. Sûnî, Kurd û beşek ji Şîeyên Iraqê ji wê projeya kabîneyê nerazîn e.

Aliyên Kurd ji wê nerazîne ku Elawî bê ku vegere aliyê siyasî yê Kurdan û wezîrê Kurdan di kabîneya nû de destnîşanî kiribe, daxwaz dikin ku aliyê siyasî yên Kurd wezîrê Kurdan destnîşan bikin û nûnertiya hemû civakên Kurdan bikin. Berevajî vê yekê ku Kurd dibêjin; her kesê ku ji aliyê Elawî ve bê diyar kirin nûnertiya Kurdan nake.

Di heman demê de duh êvarî baregeha Barzanî ragihand: “Têbînî li ser şekil û bernameya karê Mihemed Tofîq Elawî û mekanîzmeya destnîşankirina namzet ya ji bo karê wezîrtiyê heye. Lê bi ti awayî bal ne hatiye kişandina li ser vê yekê ji bo dengdana îro ya ji bo bawerîdayîna Elawî wê bertekên wan çawan be?”

Li gel wê pêşbîniyê jî beşek ji girseyên weke Babilyon û Projeya Erebî redkir ku bê razîbûna Kurd ya li ser wê kabîneya hikûmetê deng bidin hikûmeta nû ya Iraqê.

Serokê parlamenta Iraqê Mihemed Helbûsî di bernameyek ya televizyonê ku qenalê Somerye de, red kir ku Elawî ne cihê baweriyê ye ji bo kabîneya hikûmetê, ne kesekî serbixwe ye û bê alî be û da diyarkirin weke ku tê qalkirin ew kes ne serbixwe ye.

Li gorî agihiyan Hadî Emrî û beşek ji Şîeyên din ên Iraqê ji kesayeta Elawî û projeya wî nerazîne, lê Lîderê Tevgera Sedir Muqteda Sedir piştgiriya kabîneya Elawî dike.