Ewropa nerazîbûn nîşan da: Dev jî şantajan berdin!

Li Ewropayê gelek hikûmet û saziyên berpirs, nerazîbûn nîşanî koçberan a weke şantaj bikar tînin. Merkel got: “Ev nayê qebûlkirin.” Komîserê Koçberan jî got: “Tu kes nikare şantajan li YE’yê bike.”

Serokwezîra Elmanya Angela Merkel got: “Ez fam dikim ku Tirkiye di mijara Idlibê de bi pirsgirêkeke mezin re rû bi rû maye. Lê divê Serokkomarê Tirkiye û hikûmetê wê nerazîbûn û ne rehetiya xwe ne li ser koçberan, bi rêya diyaloga bi YE’yê re îfade bike. Raya ku ez bişopînim ne ev rê ye.”

Berdevkê Hikûmeta Elmanya Steffen Seîbert jî daxuyaniyek da û anî ziman ku hê jî mutabaqata koçberan a di navbera Tirkiye û YE’yê sala 2016’an hatibû erêkirin derbasdar e.

Erdogan têkildarî mijarê Yekşemê daxuyaniyek dabû û gotibû: “Berî çend mehan min anîbû ziman ku karparvekirinek nebe, em ê derî vekin. Vê cidî negirtin, dema derî vebû niha jî li pey hev telefon tên. Dibêjin derî bigirin, bigirin. Me got, qediya çû. Hûn jî wê para xwe ji vê bigirin.”

RÛTTE: DIVÊ TIRKIYE SÎNOR BIGIRE

Serokwezîrê Hollanda Mark Rûtte destnîşan kir ku Tirkiye bi vê yekê peymana di navbera YE û Tirkiyeyê ya sala 2016’an îmze kiribû binpê dike û got: “Niha ya hûn dikin li dijî lihevkirinê ye. Divê Tirkiye deriyê sînorê xwe bigire. Divê Ewropa li ser vê kom bibe, divê ji bo Tirkiyeyê ragihîne ku ev nayê pejirandin û ev yek li dijî peymanê ye.

SCHÎNAS: TU KES NIKARE ŞANTAJAN BIKE

Komîserê Koçberan a Yekîtiya Ewropayê Margarîts Schînas nerazîbûn nîşanî gefên dewleta Tirk a bikaranîna koçberan da û got: “Tu kes nikare Yekîtiya Ewropayê şantaj bike, nikare me bitirsîne. Çawa ku mîna niha Yekîtiya Ewropayê tê testkirin, her carê jî yekîtî bi ser ketiye.”

Hefteya borî rejîma Tirk a piştî ku li Idlibê bi dehan leşkerên wî hate kuştin û şûnde ji nû ve koçber weke çek bi kar anî. Rejîma Erdogan a bi hezaran koçber şandin ser sînor, gefên nû kirin. Erdogan di daxuyaniya xwe ya nû da de, diyar kir ku wê di demek nêzîk de bi milyonan kes bikevin ser rêya Ewropayê.

FRONTEXÊ OPERASYONEK PÊK DIÎNE

Fontex a parastina kontrola sînorê Yekîtiya Ewropayê dike, bi armanca destekdayîna Yewnanistanê diyar kir ku wê operasyoneke bi lez bide destpêkirin. Frontex a beriya niha yekîneyên teqwiyeyê şandibû, daxwaz ji hemû welatên YE’yê kir ku demildest alîkarî bidin wan. Yewnanistanê jî li ser sînorê ewlekariyeke mezin girt.