Esad: Hilbijartina giştî wê 13’ê Nîsanê pêk bê

Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar El Esad ragihand ku wê hilbijartina giştî 13’ê Nîsanê pêk bê.

Li gorî Destûra Bingehîn a Sûriyeyê her çar salan hilbijartina giştî pêk tê. Hilbijartina dawî 2016’ê hatibû kirin Partiya Baas û îtifaqên wê li cihên ku sindoq lê hatibûn danîn li parlementoya xwedî 250 kusiyan piranî bidest xistibû. Hilbijartinên ku li welatê ku 9 salin di nava şer de ye, ji aliyê muxalefet û civaka navneteweyî ve ne rewa hatibû nîşandan. Neteweyên Yekbûyî jî encamên hilbijartinê nas nekiribû.

Partiya Baas  li Sûriyeyê ji sala 1963’an ve li ser desthilatê ye. Rejîma Baasê piştî şerê navxweyî ya sala 2011’an destpê kir û şûnde cara yekem sala 2012’an rê da ku yên ne girêdayî Partiya Baasê jî be dikarin tevlî hilbijartina giştî bibin.

Rejîma Esad a bi daxuyaniya dayî diyar kir ku hilbijartina bê kirin wê 13’ê Nîsanê pêk bê. Hê nayê zanîn bê ka wê hilbijartin çawa bê kirin û çi li xwe bigire. Nexasim hê gelek herêm di bin dagirkeriya rejîma Tirkiyeyê de ne.

Pêkhatina hilbijartinê di demekê de ku li Idilibê di navbera rejîma Sûriye û rejîma Tirkiyeyê de raste rast şer rûdide tê.