Endama sazkar a Femenê Shachko li Parîsê mirî hate dîtin

Endama sazkar a tevgera Femenê Oksana Shachko li mala xwe ya li paytexta Fransa Parîsê mirî hate dîtin.

Endama sazkar a Femenê Anna Hûtsol, ji Radyoya Azad a Ewropayê (Radio Free Europe/Radio Liberty, RFE/RL) re axivî û mirina aktivîsta tevgera Femen Oksana Shanchko piştrast kir.

Hate ragihandin ku cenazeyê Shanchko ya 31 salî,  li mala wê ya li Parîsê hatiye dîtin. 

Hutsolê destnîşan kir ku, "Bi qasî ez dizanim, fikarên wê hebûn ku her tişt ber bi nebaşiyê ve diçe" û got di dema dawî de zêde têkiliya min bi Shanchkoyê re nîn bû. 

Tevgera Femen jî di malpera xwe de di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got, "Shancko ya herî bêtirs û bê parastin em li pey xwe hiştin. Em êşa malbat û dostên wê parve dikin û li benda daxuyaniya fermî ya polês in.

Tevgera Femen a ku nêzikî 10 sal berî li Ûkraynayê ava bibû, bi gelemperî bi çalakiyên vekirina sînga xwe ve dihatin nasîn û bal kişandibûn li ser xwe. Endamên tevgerê ku ji bo gelek pirsgirêkan bi çalak bûn, bi peyamên li ser bedena xwe dinivîsîn, bi taybetî civînên siyasî sabote dikirin.

Di derbarê mirina Shanckoyê de niha tenê tişta tê zanîn ew e ku roja 23 Tîrmehê cenazeyê li mala wê ya Parîsê hatiye dîtin. Endama tevgera Femen Oleksanda Shevchenko ji BBC’yê re axivî û anî ziman ku, "Ew herî dawî 20’ê Tîrmehê Shevchenko hatiye dîtin û dîroka mirina wê ne diyar e. piştî otopsiyê wê encamên şênber derkevin holê."