DYE'yê personelên xwe yên dîplomatîk ji Venezûelayê vekişand

DYE'yê bi hinceta kûrbûna krîza li Venezûelayê, personelên xwe yên dîplomatîk ên li sefaretxaneya bilind a Caracasê kişand.

Wezîrê Karên Derve Mike Pompeo bi rêya Twitterê daxuyaniyek da û got, "Biryar nîşan dide ku rewşa li Venezûelayê nebaş bûye, her wiha nîşan dide ku hebûna personelên dîplomatîk ên li sefaretxaneya bilind a Emerîkayê ji bo polîtîkaya DYE'yê veguheriye pirsgirêkekê."

Serokdewletê Venezûelayê Nicolas Maduro 23'ê Çileyê biryar dabû ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi DYE re bibre û xwestibû dîplomat hemû ji welêt derkevin. Piştî ku DYE'yê mûxalîfê rastgir Juan Guaido weke serokdewletê demkî qebûl kir, ev biryar hatibû wergirtin.

Tê payin ku vê Sêşemê mûxalefeta li Venezûelayê careke din dakeve kolanan. Qutbûna elektrîkê ya li Venezûelayê pênc roj in didome.