DYE’yê car din li Yemenê li Hûsiyan xist

Centcom’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Emerîkayê, li Yemenê carek li hêzên Hûsiyan xistiye.

Fermandariya Navendî ya DYE’yê (Centcom) bi rêya hesabê xwe yê “X” ragihand ku hêzên Emerîkayê li Yemenê êrîşeke hewayî li devereke radarê ya Hûsiyan pêk aniye.

Centcomê diyar kir ku êrîş ji aliyê keştiya USS Carney ve bi mûşekên “Tomahawk” hatiye kirin.

Televîzyona Masîra ya girêdayî Hûsiyan jî ragihand ku DYE û Îngilistanê paytexta Yemen Senayê bombebaran kirin.

Balafir û keştiyên şer ên DYE û Îngilistanê berbanga duh li seranserî Yemenê gelef nuqteyên Hûsiyan bombebaran kirin. Artêşa DYE’yê ragihand ku li 28 cihan 60 nuqte bombebaran kirine.

Wezareta Parastinê ya DYE’yê ragihand ku êrîşa DYE-Îngilistan kapasîteya Hûsiyan a pêkanîna êrîşên nû kêm kir.

Hûsiyan duh da zanîn ku 5 çekdarên wan mirin û soza domandina êrîşan da.