Dor li Îranê teng dibe

Dorpêça aborî û siyasî ya li ser Îranê tengtir dibe. Zextên DYA'yê  ku sektora petrolê ya Îranê kirî hedefa xwe ji 4'ê Mijdarê û wir ve wê dest pê bike.

Rageşiya di navbeyna DYA û Îranê de ku ji mêj ve dom dikir Gulanê piştî ku DYA yek alî xwe ji peymana enerjiya nukleer vekişand kete qonaxeke dî.

Piştî ku Washîngton ji peymana nukleerê ya Viyanayê vekişiya zextên aborî dîsa hatin. Zexta giran a aborî 4'ê Mijdarê dest pê dike. vê carê di hedefê de sektora petrolê heye ku kana sereke ya dahata Îranê ye.

MIŞTERIYÊ HERÎ MEZIN Ê TEHRANÊ ÇÎNÊ JÎ BI PAŞ VE GAV AVÊTI

Her çendî gelek welat weke ku li dij vê biryarê bin xuya bikin jî nexasim şîrketên mezin nadin ber çavan ku bi DYA'yê re hevrû bibin. Her ku 4'ê Mİjdarê nêz dibe daxuyanî ji welatan tê ku nema petrolê ji  Îranê dikriin an jî wê sînordar bikin.

Li Çînê jî di nav vê heftiyê de du şîrketan biryar dan ku nema ji Îranê petrolê bistînin.

Hate ragihandin hikûmeta Çînê ji Chîna Natîonal Petroleum Coprp û ji Sînopecê xwestiye ku bes ji Îranê petrolê bistînin.

Hin jêder dibêjin ev biryar guharbar e û li gorî encamên muzakereyên bi DYA'yê re dikarin petrolê bistînin an jî bi temamî rawestînin. Li gorî hin jêdera zexta aborî ya DYA'ê ya li ser Îranê herî pir wê bikêrî Çînê were. Ji ber ku tê gotin herka mezin a petrolê dibe ku bi ser Çîne ve bişemite.

HINDÎSTANÊ JÎ ÎTHALAT KÊM KIRIN

Hindîstanê jî beriya 4'ê Mijdarê kirîna petrolê kêm kir. Hikûmeta Hindîstanê ji rafîneyên petrolê xwest ku îthalta brûtê ya petrolê ya îranê rawestînin. Lê piraniya rafînerên  Hîndê îthalat kêm kriin. Hindistan ku li ccîhanê mezintirîn welatê sêyan yê îthalata petrole ye, piştî Çînê mişteriyê herî mezin ê Îranê ye. Hindîstan tevlî înşeata peravê ya Şabaharê ya başûrê rojhilatê Îranê jî dibe. Tê payin ku ev perav heta 2019'an operasyonî bie. Lê Hindîstan her wiha ji bo berjewendiyên xwe yên stratejîk bi DYA'yê re jî hevkariyê dike. Hindistanê beriya bi demeke kurt bi Washîngtonê re peymana ragihandina leşkerî danî.

PETROL KERKÛKÊ NEMA DIÇE ÎRANÊ

Her wiha hikûmeta Iraqê jî bi vê çarçoweyê biryar stand û petrola xam a ji Kerkûkê diçe Îranê dide sekinandin.

Hin jêderê nêzî Wezareta  Petrolê ya Iraqê ragihandin ku hikûmeta Bexdayê îxracata petrolê ya  ji Kerkûkê diçe Îranê rawestandiye. Tê gotin hikûmeta Iraqê ji bo ku nekeve ber zextên DYA'yê ev biryar standiye.

ÎXRACATA PETROLÊ KÊM BÛ

Hê zexta DYA'yê li ser Îranê dest pê nekirî îxracatên petrolê yên Îranê kêm bûn. Ajansa Agahiyê ya Amerîkayê EIA a têkildarî enerjiyê got Îranê îxracata petrolê hezîranê rojê 2.7 milyon verîl bûye, Îlnê ev daketiye 1.9 milyon warîlî. Her çendî ne zelal be jî bê ka ev rewş bi biryarên pêkirinê yên DYA'yê re ne têkildar e jî, kêmbûna îxracata petrolê û biryarên zextên aborî yên DYA'yê yê li ser Îranê heman demê pêk hat.

ZEXTA LI HÎZBÛLLAH

DYA li hêlekê hem zexta li ser Îranê zêde dike û li hêla dî jî komên ku Îran destekê dide wan dike hedefa xwe. Trûmp vê heftiyê pêşnûmeyeke yasayê li dijî Hîzbûllahê îmze kir.

JI YE'YÊ MEKANÎZMAYA DİJÎ BOYKOTÊ

Yekîtiya Ewropayê jî hewl dide ku xwe ji van zextên li ser Îranê dûr bigire. YE beriya bi demek kurt, ji bo ku nekeve ber van zexta DYA'yê ya li ser Îranê mekanîzmayeke darayî sazkar kir. Ev biryar ji hêla Rûsya, Fransa, Çîn, Elanya, Ingiltere, YE û Îranê ve bi daxuyaniyeke hevpar hate ragihandin. Ewropiyan pergala 'barter' (trampa) ava danîn. Ev pergal tê zanîn, bê bikaranîna pereyan pevguhartina berheman e. Têkiliya kirîn û firotinê di navbeyna fîrmayan de di birka barter de çêdibe. Lê nayê zanîn bê ka ev pergal wê çendî bikêr were.