Di şerê li Nîjeryayê de zêdetirî 100 leşker mirin

Li bakur rojhilatê Nîjeryayê ji 26’ê Kanûnê ve di navbera komên çekdar de şer heye û hate ragihandin ku heta niha zêdetirî 100 leşker mirin e.

Di hefteyên dawî de li bakur rojhilatê Nîjeryayê êrîş zêde bûn. Bi hezaran kes neçar man bû serî de birevin Çad û herêmên bi ewle.

Êrîş 26’ê Kanûna 2018’an li herêma Baga-Kawa destpê kirin. Ev êrîş beriya ku hilbijartinên serokkomariyê ku tê payîn wê 16’ê Sibatê pêk were, pêk hatin. Serokkomarê niha Muhammmadû Bûharî hêvî dike ku cara duyan bibe serokkomar.

Di êrîşan de baskekî Boko Haram yê ku girêdanbûna xwe ya bi çeteyên DAÎŞ’ê re dayî nîşandan, berpirsyar tê dîtin.

Li gorî rapora ku ji aliyê koma saziyên mirovî yên dibin banê Komîseriya Bilind a Penaberan a Netewên Yekbûyî ya Çadê, Clobal Protection Cluster ve di êrîşên li dijî artêşa Nîjeryayê de zêdetirî 100 leşker mirine. Di raporê de hate gotin; “Li gorî agahiyên berdest, komên çekdar dest danîne li ser gelek depoyên girîng ên çekan.”

Li gorî heman çavkaniyê nêzî 6 hezar û 400 kes reviyan e Çadê û nêzî 20 hezar kes jî penaberî herêmên din ên Nîjeryayê bûne.