Di navbera DYE û Talîbanê de peymaneke dîrokî

Di navbera DYE û Talîbanê de piştî pêvajoya ‘kêmkirina şîddetê’ ya hefteyekê peymaneke dîrokî hate îmzekirin. DYE wê hemû hêzên xwe yên li Efganistanê vekişîne.

Tevgera Talîbanê hefteyek berê bi awayekî yekalî pêvajoya ‘kêmkirina şîddetê’ dabû destpêkirin.  Her du aliyan diyar kiribûn heke li gorî agirbestê tevbigerin wê di 29’ê Sibatê de peymanekê îmze bikin.

Li gorî daxuyaniya hevpar a Emerîka û Efganistanê li bajarê Doha yê Katarê tevgera Talîbanê û Washîngtonê peymanek îmze kirine.

Li gorî peymanê wê di nava 135 rojan de DYE û tifaqa xwe, ew ê leşkerên xwe yên li Efganistanê daxînin heta 8 hezar û 600’î. Hêzên mayî jî wê di nava 14 rojan de vekişin. Tê diyarkirin ku wê hêsîr û dîl jî bi hev werin guherandin.

Tê payîn ku piştî 10’ê Adarê di navbera Talîban û Efganistanê muzakere werin destpêkirin.

DYE û Talîban ji serê salekê zêdetir ku bi qasîdiya Katarê muzakereyê dikirin. Gelek caran muzakere sekinîn lê piştre dîsa domîya. Teksta peymanê ji aliyê muzakerevanê DYE’yê Zalmah Khalîlzad û şefê buroya siyasî ya Talîbanê Abdulganî Baradar hate îmzekirin. Bi vê peymanê re divê DYE piştî êrîş û dagirkeriya 18 salan hêzên xwe vekişîne.