Di êrîşa Îsraîlê de ya li Sûriyeyê, herî kêm 11 kes mirin

Îsraîlê êrîşî hêzên rejîma Sûriyeyê û hevalbendê wê Îranê kir. Di êrîşê de ku li Sûriyeyê pêk hat, herî kêm 11 şervan hatin kuştin.

Li gorî Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan, Îsraîlê çeperên li herêma Şamê û li wîlayeta Sûveyda ya li başûrê Sûriyeyê bomberdûman kiriye. Saziyê diyar kir, 2 jê Sûriyeyî herî kêm 11 şervan hatine kuştin.

Saziya Çavdêriyê da xuyakirin, çeperên hêzên rejîmê, Îran û tevgera Hîzbûllahê yên li sektorên Kesva û Cemraya yên nêzî paytextê û çeperên li nava Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê bûne hedefa êrîşê.

Tevî vê yekê, depoyeke Îranê û Hîzbûllahê ya li balafirgeheke leşkerî ya li wîlayeta Sûveydayê hate bombekirin.

Midûrê Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan Ramî Abdul Rahman ji AFP'ê re axivî û got, "Ji aliyê bîlançoyê ve, êrîşa herî dijwar a hewayî ye ku ji Gulana 2018'an û vir ve hatiye kirin."

Îsraîlê meha Gulanê bi dehan carî êrîşên hewayî kiribû û 27 şervanên alîgirê rejîmê, 21 şervanên biyanî kuştibû ku 11 ji wan Îranî bûn.