Dewleta Tirk a dagirker li Babê nûçegihaneke AFP’ê revand, êşkence lê kir

Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nûçegihanê AFP’ê yê ji herêma Babê vedigeriya, binçavkirin û êşkence lê kirin.

SOHR’ê anî ziman ku nayê zanîn ka çima rojnamevanê AFP’ê Bekr El Kasem hatiye binçavkirin.

Hevjîna rojnamevan, Nabiha Taha ji AFP’ê re axivî û got ku roja Duşemê dema li bajarokê El-Bab piştî şopandina merasîmekê ew bi wesayîtê vedigeriyan, hatin binçavkirin.

Nabiha Taha wiha got: “Ez piştî demek kurt hatim berdan, lê hevjînê min hîna girtî ye.” Taha ragihand ku ew sedemê binçavkirina hevjînê xwe yan jî li kuderê tê girtin, nizane.

Nabiha Taha bilêv kir ku piştre di lêgerînên li mala wan hatine kirin de, du telefon û kompter û kamerayên Kasem jî hatine desteserkirin.

SOHR a ku navenda wê Îngilistan e, diyar kir ku di dema girtina rojnamevan de polîsên Tirk û servîsên îstixbaratê li rojnamevan xistine.

Hat diyarkirin ku Bekr El Kasem ji sala 2019’an ve ji bo Agence France-Presse (AFP) dixebite û hat gotin ku di heman demê de ji bo ajansa dewleta Tirk Anadolu Ajansi ya di bin kontrola AKP’ê de, dixebite.

Ji AFP’ê edîgor Sophie Huet xwest ku rojnamevan demildest were berdan.