Daraza Tirk lêpirsîn li ser parastina Demîrtaş da destpêkirin!

Serdozgeriya Komarê ya Tirk a Enqerê ji bo ku Hevserokê rehîn ê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş gotibû,''hûn ê li ber darazê hesab bidin'' lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgriya Komarê ya Tirk a Enqerê hin gotinên Demîraş ên di aprastina xwe de ku 15'ê Çile li Dadgeha Cezayê Girn a a 19'an a Enqere kiribû lepirsîn da destpêkirin.

Demîrtaş di danişînê de gotibû, ''Ya ku operasyona derbarê min rê ve dibe Serdozgeriya  Komarê ya Enqerê ye. Serdozger Yuksel Kocaman û alîkarê wî ye. Me gilihê wan kiriye. Hûn ê li ber darazê hesab dinin.''

Di lêpirsînê de parvekirinên li ser hesabê Twîtterê yê bi navê ''Demîrtaş Savunma'' jî li dosyayê hatin zêdekirin.

Parêzerê Demîrtaş Mahsunî Karaman  jî got, ''Ji bo vê lêpirsînê jî wê li ber darazê hesab bidin.''