DAÎŞ'ê êrîş bire ser Heşdî Şebî: 6 mirî, 30 birîndar

Li wîlayeta Selehaddînê ya Iraqê çeteyên DAÎŞ'ê êrîşeke xwekuj birin ser tûgaya ku hêzên Heşdî Şebî lê bûn. Di encamê de bi kêmanî 6 kes mirin.

Li gorî kanên ewlehiyê şeva ku Sêşemê bi ser Çarşemê ve girêdide, saet 01.00'an êrîş pêk hat. Di êrîşa xwekuj de ya bi ser tûgaya 51'ê, ku hêzên Heşdî Şebî lê bûn bi kêmanî 6 kes mirin.

Hate gotin êrîşkaran kincên leşkerî li xwe kirine û ketine tûgayê. Di nav kuştiyan de hate gotin nûçegihanekî bi navê Îsa Abdulleraz jî heye. Hate gotin 5 kesên jî şervan bûne.

Êrîşên xwekuj li pey hev pêk hatin. Piştî teqîna pêşî parlamenterê berê yê Iraqê Adnan Ziyab hate cihê bûyerê, li ser  vê xwekujekî din bombeyên li ser xwe teqandin û Ziyab di êrîşê de birîndar bû.

Rayedarên polîsan gotin bi kêmanî 30 kes di êrîşê de birîndar bûne. Ji nav birîndaran rewşa gelekan jê ne baş e.