Covîd-19 sînoran ji ber xwe radike, li cîhanê belav dibe

Vîrûsa korona ya nû Covîd-19 ku li Çînê derkete holê zû belav dibe. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, "şaşitî" ye ku mirov xwe ewle bibîne. WHO'yê destnîşan kir ku vîrûs sînoran nas nake.

Şewba vîrûsa Korona bi taybetî li Koreya Başûr, Îtalya û Îranê belav dibe ku ev yek fikaran zêde dike.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) asta gef û metirsiyê derxist qonaxa herî bilind û welatên vîrûs hîn lê dernebûne hişyar kir: "Şaş e ku mirov xwe ewle bibîne." Midûrê Giştî yê WHO'yê Tedros Adhanom Ghebreyesûs jî roja Pêncşemê bi daxuyaniyekê gotibû, "Vîrûs sînoran nas nake."

Li gelemperiya cîhanê 87 hezar û 500 kesên bi vîrûsê ne hatin tespîtkirin. Nêzî 3 hezar ji wan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî hesabên Zanîngeha John Hopkîns a li DYE'yê, nêzî 40 hezar mirovên bi vîrûsê rehet bûn.

Li Çînê hejmara mirovên bi vîrûsê dikevin rojane kêm bûne jî li welatên din gelekî zêde bûye.

LI ÎRANÊ GIHÎŞT NÊZÎ HEZAR KESÎ

Di rêzên destpêkê de jî Koreya Başûr, Îtalya û Îran hene. Li Îranê hejmara nexweşan gihîşt 978 kesî. Roja Yekşemê 11 kesên din li Îranê mirin û li gorî bîlançoya fermî hejmara qurbaniyan gihîşt 54 kesî. Piraniya nexweşên nû li Tehranê bi vîrûsê ketin. Dibistan û sînemayên li vî bajarî zêdeyî hefteyek e girtî ne. Li gorî servîsa Farsî ya BBC, li Îranê herî kêm 240 kesî jiyana xwe ji dest dan. Hate îdîakirin ku bi giranî li bajarê Qumê mirovan jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên Îranî çiqasî bêjin ku ev bîlanço nerast e jî, fikarên cidî hene ku îran rastiya têkildarî vîrûsê vedişêre.

KOREYA BAŞÛR PIŞTÎ ÇÎNÊ DI RÊZA DUYEMÎN DE YE

Li Koreya Başûr roja Yekşemê 589 nexweşên nû yên bi vîrûsê hatin tespîtkirin. Hejmara giştî ya mirovên li vî welatî bi vîrûsê ne 3 hezar û 736 kes in. Ji ber vîrûsê 18 kes mirin. Koreya Başûr bi vî rengî piştî Çînê bû welatê duyemîn ê herî zêde vîrûs lê belav bûye. Serokkomarê Koreya Başûr Moon Jae-în diyar kir ku wê bersivê bidin vîrûsê, şewbê kontrol bikin û aboriyê ji nû zindî bikin.

LI ÎTALYAYÊ 40 JI SEDÎ ZÊDE BÛ

Li Îtalyayê hejmara nexweşên bi vîrûsê 40 ji sedî zêde bû. Ev welat bû navenda şewbê li Ewropayê. Heta êvara Yekşemê hejmara mirovên bi vîrûsê ketin 1576, yên qurbaniyan jî 34 kes bûn.

Li DYE'yê jî yekemcar mirovek ji ber vîrûsê mir. Serokê DYE'yê Donald Trûmp medya kir hedef û got, "Rê li ber panîkê venekin". Li DYE'yê heta niha 21 nexweşên bi vîrûsê hatin tespîtkirin. Tevî vê yekê 47 nexweş hene ku ji gelek welatan hatine anîn.

ÇÎN GIHÎŞT ASTA HERÎ BILIND

Çîn di rewşa heyî de navenda bingehîn a şewbê ye. 79 hezar û 824 nexweşên bi vîrûsê li vî welatî ne. Hejmara mirovên li Çînê jiyana xwe ji dest dan 2 hezar û 870 kes in. Li gorî Midûrê Giştî yê WHO'yê şewb li Çînê di navbera 23'ê Çileyê û 2'ê Sibatê de gihîşt asta herî bilind. Hate ragihandin ku hejmara nexweşên li Çînê rojane kêm bûye.

LI ELMANYA Û FRANSAYÊ NEXWEŞÊN BI VÎRÛSÊ ZÊDE BÛN

Li Elmanyayê dawiya hefteyê hejmara nexweşên bi vîrûsê bi du qatî zêde bû û gihîşt 117 kesî. Vîrûs di rewşa heyî de li 9 ji 16 welatan belav bûye. Fransa piştî Îtalyayê ew welatê Ewropayê ye ku herî zêde vîrûs lê belav bûye. Li gorî rayedaran, hejmara nexweşên bi vîrûsê roja Yekşemê bi 30 kesî zêde bû û gihîşt 130 kesî. Li Fransayê 12 nexweş rehet bûn, 2 ji nexweşan jiyana xwe ji dest dan. Li welêt ji bo tedbîrê çalakiyên bi beşdariya zêdeyî 5 hezar kesî hatin qedexekirin.

LI IRAQÊ 13 NEXWEŞ HATIN TESPÎTKIRIN

Li gelemperiya Iraqê jî di çarçoveya tedbîrên dijî şewba vîrûsa Korona de nexweşên bi guman tên kontrolkirin. Li gorî Wezareta Tenduristiyê hejmara mirovên bi vîrûsê ketine 13 kes in. Li Başûrê Kurdistanê jî 24 nexweşên bi guman hatin kontrolkirin. Eşkere bû ku 4 ji wan bi vîrûsê ne.

NEXŞEYA BELAVBÛNA VÎRÛSÊ

Vîrûs li zêdeyî 60 welatan belav bû. Zanyarên Johns Hopkins Whiting School of Engineering têkildarî mijarê nexşeyek amade kirin. di nexşeya înteraktîf de belavbûna vîrûsê dikare bê şopandin.