Covîd-19: Ji bo şîrketên rêyên hewayî jî metirsîdar e

Ji ber şewba vîrûsa Korona (Covîd-19), hişyarî hate dayin ku gelek şîrketên rêyên hewayî yên cîhanê 'di rewşeke metirsîdar' de ne.

Komeleya Veguhastina Hewayî ya Navneteweyî (IATA) diyar kir ku Covîd-19 bandoreke neyînî li gelek şîrketan kiriye.

Dîrektorê Giştî yê IATA'yê Alexandre de Jûnîac ji radyoya France Info re axivî û îdîa kir ku şîrketên rêyên hewayî li gorî dema şewba Srasê ya sala 2003'an hîn 'xurt' in.

IATA'yê hefteya derbasbûyî jî ragihandibû ku piraniya wan li welatên Asya-Pasîfîk cîroya sala 2020'an a şîrketên rêyên hewayî bi 30 milyar dolarî wê kêm bibe.

Rêxistina Hewakariya Sivîl a Navneteweyî (ICAO) jî 14'ê Sibatê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku 70 şîrketên rêyên hewayî seferên navneteweyî yên ber bi Çînê ve betal kirine. Nêzî 50 şîrketan jî seferê xwe kêm kirin.

Lê belê nayê zanîn ku maliyeta vîrûsê wê çiqas be. Maliyeta vîrûsa Sras a navbera salên 2002 û 2003'an 6 milyar dolar bû. Yekane feydeya kêmbûna seferên balafiran ew e ku gaza sera ya li atmosferê belav dibe wê kêm bibe.