BI DÎMEN

Civaka Kurd a li Japonyayê dijî alîkarî da mexdûrên erdhejê

Piştî erdheja Îshîkawayê bi pileya 7.6 çêbû, civaka Kurd a li Japonyayê li bajarê Suzu kon danî û xwarina germ dan mexdûrên erdhejê.

Kurdan, digel şert û mercên giran ên zivistanê qederê 3 rojan xwarin dan 10 hezar kesî. Welatparêzên Kurd ji ber ku piştgirî dan mexdûrên erdhejê bextewar in û bi bîr xistin ku Japonan jî par dema erdheja ku li Kurdistanê pêk hat alîkariyên mezin kiribûn.

Medya û gelê Japon, bi vê xebata piştgiriyê ya Kurdan kêfxweş bûn. Berpirsê Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê Ayaz Çikar diyar kir ku ew ji ber alîkariyên ku pêşkêşî herêmê kirine kêfxweş in û destnîşan kir ku dê di pêşerojê de beşdarî xebatên piştgiriya aborî û rakirina kavilan bibin.

Xebatên piştgiriyê yên li welêt ji aliyê Nûnertiya Heyva Sor a Kurdistanê ya Japonya û Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê ve tê organîzekirin.