Cîhan tevlî çalakiya Earth Hoûrê bû

Di çarçoveya çalakiya hawirdorparêz a bi navê "Saet cîhanê (Earth Hoûr)" de, li hezaran bajaran ronahî nehat vêxistin.

Çalakiya "Earth Hoûr" dis ala 2007'an de ji aliyê rêxistineke hawirdorê ya navneteweyî ya bi navê "Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî (WWF) ve hat dstpêkirin. Li gelemperiya cîhanê tevlîbûn li vê çalakiyê çêbû.

Çalakî li her welatî saet di 20:30 de dest pê kir û gelek saziyên taybet û cemaweriyê piştgirî dan çalakiyê. Gelek cihên navdar ên cîhane jî tevlî çalakiyê bûn. Çend ji van cihan jî ev in: Kûleya Eyfelê, Qesra Kremlînê, Dêra Basîlîqûe ya li Vatîkanê û Qesra Elhamra ya li Spanyayê.

Tenê li Elmanyayê, li 300 bajarên biçûk-mezin, şaredariyan ronahî vemirandin û tevlî çalakiyê bûn. Ji Awûstralya heta Amerîkayê, destek ji çalakiyê re hat dayîn.

Çalakiya navborî, di sala 2007'an de bi pêşengiya WWF'ê li bajarê Sydney ê Awûstralyayê dest pê kir û her roj hîn bêhtir welat tevlî çalakiyê dibin. Par li zêdeyî 7 hezar bajaran piştgirî ji vê çalakiyê re hatibû dayîn.

Çalakiya Saeta Cîhanê ji bo balê bikişînin ser maliyeta bikaranîna enerjiyê li ser rûyê erdê û bang li hikumet û kesayetan bikin ku di mijara pêşîgirtina li guhertina avhewayê tedbîran bigirin, hatibû destpêkirin.