Cezayê muebetê li endamên ‘Tîma Xencer’ hate birîn
Cezayê muebetê li endamên ‘Tîma Xencer’ hate birîn
Cezayê muebetê li endamên ‘Tîma Xencer’ hate birîn
Cezayê muebetê yê ji bo 9 kesên di ‘Tîma Xencer’ ya weke rêxistina kontrgerîla dihate naskirin, ji ber kuştina 2 endamên DTP’ê dihatin darezandin, ji aliyê 1’mîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ve hate erê kirin.
Endamên DTP’ê Ferhat Edîş û Necman Olmaz ku li Şirnexê bazirganiya heywanan dikirin, di 26’ê Tîrmeha 2009’an de li navçeya Elkê ya Şirnexê hatibûn gulebaran kirin û piştre bi keviran hatibûn perçiqandin. Dozgeriyê lêpirsîn vekir û ji bo hûrkolînê li ser binkê cigarê, peçeteya bixwîn, pelên bixwîn û 12 kevirên xwîn li ser heyî bikin şandin Serokatiya Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Nimûneyên li cihê bûyerê bidest xistine û binimûneya xwîna hatiye girtin, anîn ber hev û profîla DNA’yê derxistin. Di lêpirsîna ku Dozgeriya Komarê ya Şirnexê kirî de, di derbarê 6 jê cerdevan 9 kesan de bi sûcdariya ‘Bi hevkarî kuştinê’ doz lê hate vekirin.
Doza ku Dadgeha Cezayê Giran ya Şirnexê di derbarê bersûcên qetilkirina Ferhat Edîş û Necmen Olmez de vekirî li Mucahît Yîgît, Ihsan Acer, Cemîl Ogûrlû, Zeydan Acer, Husnu Akdogan, Zekî Akdogan, Yûnûs Akdogan, Nasir Akdogan û Rehber Akdoganê girtî têne darezandin 2 caran cezayê giran yê muebetê lêbirîn. Bi hinceta baş nêzî dîsîplîn û rûniştinê bûne, cezayê wan hate daxistin û ji cezayê giran yê muebetê vegerandin cezayê muebetê.