Caferî: Tirkiyeyê Sûriye dagir kir, Tirkbûn li ser wê ferz kir

Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Dr. Beşşar Caferî diyar kir ku dewleta Tirk axa Sûriyeyê dagir kiriye, Tirkî li ser wir ferz kiriye, tacîz û tecawiz kiriye.

Li gorî ajansa fermî Sanayê Beşşar Caferî di rûniştina lezgîn a derbarê Îdlîbê ya Konseya Ewlekariyê de bal kişandiye ser dagirkeriya dewleta Tirk.

Caferî ev pirs kir, “Hebûna dewleta Tirk a li Sûriyeyê êrîş û çalakiya dagirkirinê ye yan na? Dewleta Tirk xwest ku li cihê ku dagir kiriye Tirkî ferz bike, navê qad û kolanan biguherîne yan na? Tirkiyeyê berhemên me yên dîrokî dagir kir yan na?”

Caferî diyar kir ku rejîma Tirk li gorî peymana Astanayê tevnegeriyaye û tevî komên ‘terorîst’ ên girêdayî xwe hewl daye hebûna xwe xurt bike û herêmê îstîsmar bike.

Caferî diyar kir ku rejîma Erdogan li Îdlîb, Helep, Lazkiyeyê ‘dixwaze rastiya terorîzmê ferz bike’ û li herêmên bakurê rojava jî girtin, kuştin, êşkence, tecawiz, dagirkirina berhemên çandinîyê, dizîya berhemên dîrokî kiriye.