Bolsonaro biryardar e ku şidetê berbelavî her kesî bike

Serokkomarê nû yê Brezîlya Jaîr Bolsonaro yê nîjadperest, dijminê jinan û dîktator got ew ê hilgirtina çekan a li gel her kesê serbest bikin.

Li Brezîlyayê piştî ku rêveberên çepgir hatin tasfiye kirin û Jaîr Bolsonaro bû serokkomarê nû pêkhanîna destpêkê yasaya çek girtinê kir rojev.

Şevê din cara destpêkê Bolsonaro ji televîzyonê re axivî û got çareseriya li dijî şideta li welat hilbigirtina çekê ye. Bolsonaro daxwaz kir ku çek hilgirtinê serbest bike.

Brezîlya yek ji welatên di mijara şidetê de herî bi talukeye. Sala borî 70 ji sedî bi çekê zêdetirî 64 hezar cînayet hatin kirin.

Bolsonaro wiha got; “Divê gihiştina çekê were hêsanî kirin. Ji ber şideta li Brezîlyayê ev pêwîstiyeke. Em di şer de ne. Di vê hilgirtina çekê ji malê ji derbikeve.”