Biryara DMME ya li ser Ocalan

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê di doza êşkencekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de diyar kir ku ‘têra xwe delîl’ tune.

Derketibû holê ku di Kewçêra 2008’an de gardiyanên Girtîgeha Îmraliyê di dema lêgerîna hucreyê de Ocalan bi darê zorê ji odeya wî derxistine û êşkence li wî kiribûn.

Piştî ku li Tirkiyeyê saziyên rayedar lêpirsîn û cezakirina vî tiştî red kirin, doz di sala 2010’an de çûbû Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê.

DMME di dozê de biryar da ku têkildarî êşkenceyê ‘têra xwe delîl’ tune. Dozgerên dozê ‘rojên aloz’ û ‘hestiyariya’ wê demê wekî hincet nîşan dan. Hate diyarkirin ku ‘divê serlêder şopên ji êşkenceyê mane’ wekî delîl karibin nîşan bidin.

Di dozê de delîl tê nîşandan ku Ocalan ji ber ku kesekî zana ye, nabe ku êşkence lê hatibe kirin. Hate îddîakirin ku Ocalan giliyê vê meseleyê li rêveberiya girtîgehê nekiriye û tê gotin ku ji Gulana 2007’an û vir ve têkildarî miamelea xerab agahî nedaye.

Di serlêdana parêzerên Ocalan de DMME biryar da ku divê giliyê êşkencekirinê were redkirin. Di biryarê de tê diyarkirin ku maf û azadiyên Ocalan jî nehatine binpêkirin.