Buldan: Biryara DMME’yê nêzîkatiya Ewropayê ya li Kurdan e

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, li dijî biryara DMME’yê ku serlêdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan red kir, helwest nîşan da û got ev biryar nêzîkatiya Ewropayê ya li Kurdan nîşan dide.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) û her wiha Endama Şandeya Imraliyê Pervîn Buldan, ji bo ku DMME’yê serlêdana êşkence û tehdeyê ya 2008’an a li Imraliyê ya li ser Ocalan red kir helwest nîşan da.

Buldan got, ‘’Divê ev biryar ne tenê li  dijî Rêzdar Ocalan divê helwesta li dijî hemû Kurdan were fêhmkirin. Li ser rêzdar Oocalan ne tenê ji 2015’an ve tecrîdeke teqez keye, ev 20 sal in tecrîdeke giran li ser heye.’’

Buldan bi domdarî got: ‘’Têkilî vê di serî de Tirkiye, welatên Ewropayê û DMME jî bi helwest û biryarên neyênî ne. Em dibêjin hevdîtina Rêzdar Ocalan a bi parêzer, malbat û şandeyên serbixwe re, mafekî însanî, siyasî û sirûştî ye. Em biryara redkirinê ya DMME’yê rast nabînin.’’

Buldan got, ‘’Ocalan ne mirovekî jirêzê, ne girtiyekî jirêzê ye û Girtîgeha Imraliyê jî ne girtîgeheke jirêzê ye’’. Buldan herî dawî wiha got: ‘’Tecrîda ku bi salan e li vê girtîgehê tê kirin nayê qebûlkirin. Biryara îro ya DMME’yê piştgiriya li tecrîdê ye. Divê ev biryara DMME’yê bi rengê nêzîkatiya welatên Ewropayê ya li Kurdan were dîtin. Ez dixwazim bibêjim ku ev biryar ne rast e û demildest divê ev biryar were guhartin.’’