NÛ BÛ-DMME’yê êşkenceya li Ocalan ji nedîtî ve tê

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) a serlêdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand, ragihand têkildarî êşkenceya li ser Ocalan delîl têrker nîne.

DMME’yê ragihand ku serlêdana lêkolînê ya Ocalan a piştî 8 salan a sala 2010’an hatî kirin red kir.

RÊXISTINA KU ÊŞKENCEYA LI IMRALIYÊ MEŞRÛ DIKE: CPT

Dadgehê bi bîr xist got endamên Komîteya Pêşîlêgir a  Êşkenceyê (CPT) dema ku Çileya 2010’an Ocalan dîtî rapora ‘êşkence nedîtiye’ hazir kirin.

CPT Çileya 2010’an piştî serdana Imraliyê di raporê de şertên girtîbûna Ocalan a materyal bi rengê ‘bi giştî dikare were qebûlkirin’ şîrove kiribû û tecrîd rewa kiribû.

Tê payian ku DMME îro hinceta biryarê biweşîne.

RABIRDUYA DOZÊ

Doza li DMME’yê 2008’an dema ku li hucreyê digeriyan êrîş û gefa li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildar dike. Cotmeha 2008’an parêzerên Oocalan û 236 girtî bi sedema ku Ocalan êşkence ditiye û gefa kuştinê lê hatiye xwawrin serî li dozgeriya Bursayê dabûn.

Parêzerên Ocalan 18’ê Cotmeha 2008’an dema ku daxuyaniya çapameniyê dabûn, gotibûn, ‘’Odeya Ocalan bi hinceta ‘lêgerîn’ê ji hêla peywirdarn ve hatibû belavkriin.  Ocalan derxistibûn derve, birin odeya li rex odê, dema ku îtîraz kiribû, jê re gotibûn, ‘hiş be, tu nikarî biaxviî, heqê te tine ku yek gotinê jî bibêjî’, du peywirdar ketine bin çengê wî, peywirdarek jî zora fizîkî bi kar aniye, ji pişt ve êrîş biriye ser û ber bi jêr ve daye tewandin. Ev rêbaza êşkenceyê ye. Dema ku Ocalan li dijî vê miemeleyê gotî, ‘’li şûna vê bikin min bikujin baştir e’’, peywirdarekî gotiye, ‘’wê dora wê jî were’’ û bi  rengekî vekirî gefa kuştinê lê xwariye’’.

Piştî ê êrîşê bi rojan çalakiyên protestoyê hatin kirin. Li ser vê, li ser du qerdiyanên ku êrîş birin ser Ocalan lêpirsîna disîplînê hate vekirin lê bêecan ma. Dadgeha Cezayê ya Yalovayê jî Tîrmeha 2009’an serlêdan red kir. Li Tirkiyê  ti saziyeke hiqûqî ku li şertên Iımraliyê vekole, tine.

Di serlêdanê de ya 2'yê Adara 2010'an hate gotin xala 2'yan a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ya têkilî mafê jiyanê, qedexeya êşkenceyê, xala 3'yan a têkilî mafê darizandina dadî, xala 6'an, xala 13'an a ku mafê serlêdana hîkar vedihewîne û xala 14'an a qedexeya cihêkariyê, hatine binpêkirin.

DMME Û CPT DEST DANE HEV

Bi taybet di demê dawî de bêdeniya welatên Rojavayî  û rêxistinên navneteweyî ya li hember tecrîda li Îmraliyê, bi biryara Îmraliyê re hatiye piştrastkirin. Konseya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya girêdayî Konseya Ewropa (CPT) li şûna ku mercên heyî tesbît bike têkildarî serdana berî du salan kiribû rapor.

Li gorî rapora CPT’ê ya Nîsan 2016’an, di mijara têkiliyên Ocalan û girtiyên din ên derver re fikar anîbûn ziman, diyar kiribû ku her diçe ev rewş xirabtir dibe. CPT’ê bang li rêveberên Tirkiyeyê kiribû ku dema ku girtî bixwazin divê tedbîrên serdanê yên malbat û parêzeran bên afirandin. Tevî vê jî hemû daxwazên di raporê de hatibûn bicihkirin ji aliyê dewleta Tirk ve nehatin pêkanîn.

CPT a ji aliyekê bi rapora parvekirî tecîrd û mercên der mirovî yên li Îmraliyê meşzrû dike, biryara slaên borî ya DMME’yê sûd da bêdengbûyîna navneteweyî. DMME’yê bi biryara dawî diyar kiribû ku rejîma faşîst a  li Tirkiyeyê her diçe civakî dibe û lêgerîna başkirina têkiliyên ji nû ve ya Ewropa ya li gel Serokkomarê Tirk Erdogan rastî vê pêvajoyê tê.

DMME’yê bi biryareke xwe ya Adara 2014’an agahiyên parêzeran a sal 2007’an a ‘Li girtîgehê hatiye jehrdan û hêdî hêdî tê kuştin’ ya li ser dosyayê hatî zêdekirin jî pişta xwe da raporên tibî yên hikûmeta Tirk û belgeyên CPT’ê ev jî red kiribû. Ev serlêdan sala 2003’an hatibû kirin. DMME’yê biryara mijara gotinê piştî sala 2009’an a şertên girtinê diyar kiribû ku bi Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) dibe yek. Pirsa tecrîd çawa li mafê mirova dibe yek, hê jî di jiyanê de cihê xwe digire.

TECRÎD TÊ MEŞRÛKIRIN

Biryara DMME’yê di demek rapora CPT’ê hate eşkere kirin de, tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ku di demeke herî zêde tê kûrkirin de tê îfadekirin. Ji sala 2011’an ve ti hevdîtin bi parêzeran re nehatiye kirin, ji Nîsana 2015’an û vir ve jî têkiliyên Ocalan bi cîhana derve re hatiye qûtkirin.

Serlêdana dawî ya meha Îlonê ya malbatê ya ji bo Oclana jî bi hinceta cezayê disiplînê jî hatibû redkirin.  Serdozgeriyê serdana malbatê bi cezayê disiplînê ya 14’ê Îlonê ji aliyê Saziya Disiplînê ya Midûryeta Saziya Înfaz û Ceza ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ve hatî dayîn red kir. Têkildarî cezayê jî ne malbat û ne jî parêzer agahdar kirin.