Biryara bisînorkirina hilberîna petrolê hat dirêjkirin
Rêxistina Welatên Firoşkarên Petrolê (OPEC) û welatên din ên hilberîner, ku li Qûweytê li hev civiyan, biryar dan ku dema bicihanîna biryara bisînorkirina hilberînê dirêj bikin.
Rêxistina Welatên Firoşkarên Petrolê (OPEC) û welatên din ên hilberîner, ku li Qûweytê li hev civiyan, biryar dan ku dema bicihanîna biryara bisînorkirina hilberînê dirêj bikin.
Tevî endamên OPEC'ê, Rûsya jî beşdarî civîna bilind bû. Biryara ku ji bo bilindkirina buhayê petrolê li ser bisînorkirina petrolê hat dayîn, di civê civînê de ji bo 6 mehên din hat dirêjkirin.
Di Mijdara par de jî civîneke bilind hatibû lidarxistin û di vê civînê de biryar hatibû girtin ku hilberîna petrolê neyê zêdekirin.
Piştî ku DYA bi rêbaza frackîngê ji nû ve dest bi derxistina petrolê kir, buhayê petrolê careke din kêm bû. Ev yek bû sedem ku endîşe rû bidin ku buhayê petrolê dakeve asta 50 dolarî.
Welatên hilberîner, ji ber ku buhayê petrolê piştî sala 2014'an kêm bû, ji aliyê aborî ve derbên giran xwarin.