Bîlançoya dawîn a koronavîrusê

Ji ber koronavîrusa li Çînê derket holê heta niha 87 hezar û 500 kes nexweş ketin û nêzî 3 hezar kes jî mirin.

Koronavîrusê ku di meha Kanûnê de li bajarê Wûhanê ya Çînê derket holê heta niha li 64 welatan belav bû. Li gorî daneyên fermî yên roja Yekşemê ya piştî nîvro hejmara nexweşan bûye 87 hezar û 565 û hejmara miriyan jî bûye 2 hezar û 990.

Ji roja Şemiyê saet 18.00’an û heta niha hezar û 646 nexweş hatin tespîtkirin.

Roja Yekşemê heta saet 12.00’an 7 hezar û 741 nexweş hatin qeydkirin û 120 kes mirine.

Li Koreya Başûr 18 kes, li Îtalyayê 29 kes, li Îranê jî 11 kes mirin.

Li Fransayê 100 nexweş û li Elmanyayê jî 74 nexweş hatin tespîtkirin.