Bêhn li bajaran çikiya ye, lê derdê Merkel pere ye

Hikumeta Elman ku bi fikar e wê karê li sektora otomotîvê kêm bibe, hewl dide ku qedexeya li ser bikaranîna wesayitên bi motora dîzel a li gelek bajaran betal bike.

Dadgeha Îdarî ya bajarê Maînzê beriya niha biryar dabû ku wesayitên hewayê gemarî dikin dernekeve trafîka nava bajêr. Li gorî vê biryarê, wesayitên ku serê her metrekupê zêdeyî 40 mîkrogram azot dîoksît (NO2) li hewayê belav dikin, wê nikaribe li nava bajêr bên ajotin.

Tê zanîn, zêdebûna rêjeya azot dîoksîtê dibe sedem ku nexweşiyên hilmstendin, reh û dil li mirovan der bibin.

HIKUMETA MERKEL A 'DOSTÊ AVHEWAYÊ' HEWL DIDE QEDEXEYÊ RAKE

Bi biryara dadgeriyê re, Berlîn, Stûttgart û Frankfûrt jî di nav de li gelek bajarên Elmanyayê qedexe ye ku wesayitên dîzel ên berê li navenda bajêr werin ajotin.

CDU ya bi pêşengiya Angela Merkel ku hevkarê wê CSU di hilbijartinên eyaleta Bavyerayê de derbeke giran xwar, hewl dide qedexeyê rake. Roja Yekşemê wê li eyaleta Hessenê hilbijartin were kirin. Merkel û hikumeta wê ya koalîsyonê ku bi fikar e bi heman rengî li Hessenê jî tê biçe, hewl dide vê biryara qedexekirinê betal bike.

Di pêşnûme qanûnekê de ku tê payin 7'ê Mijdarê bikeve rojeva Desteya Wezîran, pêşniyar tê kirin ku wesayitên bi rêjeya 40 heta 50 mîkrograma NO2 li metrekupeke hewayê belav dike, li derveyî qedexeyê werin hiştin.

JI BO PARASTINA SEKTORA OTOMOTÎVÊ

Partiyên mûxalefetê vê hewldana hikumeta Merkel weke 'hewldanek ji bo hilbijartinê' nirxandin. Lê armanca sereke ya Angela Merkel û hikumeta wê ku di têkoşîna li dijî guhertina avhewayê de bi îdîa ye, parastina sektora otomotîvê ye.

Bi vê yekê re Merkel dixwaze zor û zehmetiya li ser vê sektorê rake. Li sektora otomotîvê ya Elman ku bi milyonan wesayitan ji gelemperiya cîhanê re difiroşe, niha 800 hezar kes dixebitin. Tê gotin, pîvanên ku ji bo kêmkirina belavkirina NO2 tên ferzkirin, wê rê li ber mesrefeke zêde ya ji milyaran Euroyî vekin.