Baregehên DYA’yê bi bobelatên xwezayê re rû bi rû ne!

Her çiqas Donald Trûmp qebûl neke jî, germahiya global ku her roj bandora wê zêdetir dibe, bandoreke neyînî li piraniya baregenên mezin ên DYA’yê dike.

Di raporeke ku ji hêla Wezareta Parastinê ya DYA’yê ve hatî amadekirin de hat eşkerekirin  ku 79 baregfehên leşkerî ên girîng di bin gefa germahiya global de ne.

Li gorî rapora ku ji hêla kongreya DYA’yê hatibû xwestin û wezareta ewlehiyê amade kiribû, ji 79 baregehên leşkerî ku hatine lêkolînkirin, di bin gefên bobelata xwezayê ya ji ber germahiya global de ne.

Li gorî rapora Wezareta Parastinê (Pentagon), ji bo vê rewşa baregehan ji butçeya heyî parek hatiye veqetandin.