Balafirên Siûd Wezareta Parastinê ya Yemenê bombe kir

Di hefteya derbasbûyî de piştî ku ji Yemenê fûzeyek ber bi  paytext Riyadê ve hate avêtin, Erebîstana Siûd jî li dijî milîsên Şîî yên Hûsî  yên li  Yemenê bombardûman dabû destpêkirin, vê carê jî Wezareta Parastinê kire hedefa xwe.

Hate ragihandin ku bi pêşengtiya Erebîstana Siûd, balafirên Koalîsyona Ereb avahiya Wezareta Parastinê ya li paytext Sanayê ku dibin kontrola Hûsiyan de ye bombe kiriye. Bombardûman  ji aliyê çavkaniyên din ve jî hatî piştrastkirin, hate diyarkirin ku herî kêm du caran li avahiya Wezareta Parastinê hatiye xistin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Sabayê teqînên ku di dema êrîşan de çêbûne jî li hemû bajarî hatiye hiskirin.

Di hefteya derbasbûyî de fûze  ji Yemenê hatibû avêtin û li paytexta Erebesitana Siûd Riyadê ketibû. Rêveberiya Siûd îda kirîbû ku ev fûze girêdayî Îranê ye û piştî moşekyê li dijî prens û gelek kesên di nava malbata kralyetê de operasyoneke mezin dabû destpêkirin.