Bahoza Shanshan li Japonyayê mezin bû: 3 kes mirin

Bahoza Shanshan ku bi xurtî li Japonyayê xist, li gorî agahiyên destpêkê bû sedema mirina 3 kesan. Her wiha ji bo veguhestina bi sed hezaran kesî bang hate kirin.

Bahoza herî xurt a îsal a li Japonyayê ku leza wê digihêje heta 200 km'yî saetê, bi dema herêmî saet di 08:00 de li girava Kyushu'yê gihîşt bejahiyê.

Rayedarên herêmî diyar kirin ku ji ber 10 babîsokên serê sibehê li wîlayeta Miyazaki ya li peravê Pasîfîkê xist, 26 kes birîndar bûn û xisar li zêdeyî 150 avahiyan bû.

Hate ragihandin ku piraniya kesên birîndar bûn ji ber parçeyên camê yên ji ber bê şikestin an jî tişt bi ser wan de ketin, birîndar bûn.

Li gorî ajansa nûçeyan a Kyodoyê, sê kesên ji malbatekê li wîlayeta Aichi li bajarokê Gamagori xaniyê wan di binê axê de ma û jiyana xwe ji dest dan.

Li hin navçeyan rayedar derbasî asta alarmê ya herî bilind bûn û pêşniyar li sed hezar kesî kir ku bêne veguhestin. Rayedaran di mijara lehî, hezaz û bahozê de hişyarî dan.

Operatora xizmetên cemaweriyê ya li Kyushu ragihand ku li giravê di halê hazir de 254 hezar û 610 mal bê elektrîk mane.

Li gorî Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê li girava Honshu û bajarên Osaka û Nagoya jî liv û tevgerek tê hêvîkirin.

Her wiha hişyarî hate dayin ku heta roja Înê li rojavayê Japonyayê ba û baran zêde bibe.

Ji ber bahozê, şîrketa mezin a wesayitan Toyotayê li 14 febrîqeyên xwe yên li Japonyayê karê xwe sekinand. Nîssan û Hondayê jî karên li febrîqeyên xwe yên li Kyushu ji bo demekê rawestandin.

Her wiha Japan Airlinesê jî gelek seferên xwe yên balafiran betal kir.

Gelek seferên rêyên bejahî yên herêmên ku bahozê bandor li wan kiriye, hate rawestandin.