Parêzer Aynûr Paşa têkildarî tecrîda giran a li Îmraliyê ya li ser Rêber Apo ji ANF'ê re axivî. Aynûr Paşa anî ziman ku Rêber Apo gelên dilxwazê azadî û demokrasiyê temsîl dike û got, "Lewma tecrîda li ser Birêz Ocalan tecrîdek li dijî gelan e."
Aynûr Paşa destnîşan kir ku li gorî qanûnên dewletan ên têne guhertin, mafê girtiyekî cezayê muebbetê lê hatiye birîn heye ku careke din bê darizandin, sûdê ji mafê hêviyê werbigire û ragihand ku şert û mercên giran ên tecrîdê bi ti awayî hukmê xwe yê hiqûqî nîne.
Bi dewamî Aynûr Paşa got, "Şert û mercên giran ên tecrîdê ku 26 sal in dewam dike, radixe pêş çavan bê mafên Birêz Ocalan çawa têne binpêkirin. Di nava sîstema hiqûqê ya Tiriyeyê de mafê girtiyekî ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn heye ku piştî demekê ji nû ve bê darizandin. Ev rewş ji aliyê pîvanên hiqûqî yên navneteweyî û belgeyên mafên mirovan ve tê naskirin. Rewşa Birêz Ocalan dibe sedem ku bê pirsîn, bê ev pîvan di kîjan astê de tê bicihanîn. Nûbûna înfaza ceza pêvajoyeke dînamîk e ku veguherîna hiqûqî xurt dike. Yanî kesên ku ceza li wan hatiye birîn dikarin bixwazin ku di çarçoveya pîvanên hiqûqî yên hatine guhertin de ji nû ve bê darizandin û mafê hêviyê bi kar bîne.
Şert û mercên tecrîda giran ku 26 sal in dewam dike, divê weke nîşaneya şênber a wê yekê bê nirxandin bê mafên mirovî yên bingehîn ên Birêz Ocalan û berjewendiyên hiqûqî çawa têne binpêkirin. Ev pêvajo li pîvanên bingehîn ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan nayê. Di nava vê de mafê yekparebûna fîzîkî, derfetên xizmeta tenduristiyê û sûdwergirtina ji xizmetên parêzeriyê hene."
Di dewama axaftina xwe de Aynûr Paşa işaret bi hevdîtinên dawî yên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê nirxand û got, "Krîzên li Rojhilata Navîn û nexşerêya Rojhilata Navîn a ku hewl tê dayin ji nû ve bê êzkirin, rewşa Tirkiyeyê krîtîk dike. Mirov dikare axaftina Devlet Bahçelî jî weke sedema ji vê rewşê re nîşan bidin. Lê belê yên ku vê daxwazê dikin divê baş zanibin ku danîna şert, bazarî li dijî hiqûqê ye. Ji ber ku li gorî hiqûqê dem hatiye ku Birêz Ocalan sûdê ji mafê hêviyê werbigire. Yê ku mafê hêviyê taloq dike û hewl dide ji rojevê derxîne Tirkiye bi xwe ye. Lewma danîna şert û bazarî ji xwe tê wateya dijberiya li hiqûqê. Sedema herî girîng a rûdana rewşa heyî têkoşîna hevpar a 'Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî ye' ku li cîhanê deng veda. Gelê Kurd û dostên wan bi têkoşîna xwe ev asta heyî afirandin. Eger mirov bînin bîra xwe ku tecrîd hîn nehatiye rakirin, hingî hevdîtinên ku hatine kirin nîşan didin ku Tirkiye di bin zextê de ye.
Divê ev yek jî neyê jibîrkirin; Tirkiye ku ketiye nava tengaviyeke siyasî, civakî û aborî, ji her alî ve neçar ma ku berê xwe bide gelê Kurd. Eger mirov bala xwe bidin ser dîroka Tirkiyeyê wê bê dîtin ku dema bi gelê Kurd re tifaq kir timî bi ser ket. Xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirk wê Tirkiyeyê ji tengaviyê rizgar bike. Lê belê Tirkiye ne bi rengekî stratejîk, lê bi taktîkî nêzî vê yekê dibe. Ji ber vê jî polîtîkayeke ku bi hestên gelê Kurd dilîze dimeşîne. Bi gotinên 'Em bi gelê Kurd re ne' hewl dide ji krîza heyî rizgar bibe. Divê hay ji van polîtîkayan hebe.
Pêvajo bi înîsiyatîfa Birêz Ocalan dimeşe û weke ku di 7 xalên hatin pêşkêşkirin de hate dîtin, Birêz Ocalan ji çareseriyê re amade ye. Li Tirkiyeyê demokratîkbûn, afirandina jiyaneke wekhev bi paradîgmaya Birêz Ocalan dibe. Li gorî gotinan, di 15'ê Sibatê de wê Birêz Ocalan daxuyaniyekê bide. Her kes li benda vê daxuyaniyê ye. Tirkiye heta niha di asta ku tê hêvîkirin nêzîkatî li rewşê nîşan neda û helwesteke şênber nîşan neda ku dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike yan na. Piştî vê daxuyaniyê wê nêta wan diyar bibe. Pêwîstî bi nêzîkatiyeke ji dil heye. Birêz Ocalan bi hemû hêza xwe alîgirê aştî, demokrasî û wekheviyê ye, hêza xwe bi temamî seferber kiriye. Hêviya me ew e ku Birêz Ocalan ji Îmraliyê derkeve û ji aliyê fîzîkî ve azad bibe."