Li Hannoverê meşa ji Rêber Apo re azadî
Li Hannoverê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de meşa bi qasî 10 kîlometreyan hate lidarxistin.
Li Hannoverê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de meşa bi qasî 10 kîlometreyan hate lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Hannover ê Elmanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de meşa dirêj a ji bo rojeke lidarxistin.
Girseya ku di saet 10:00’an de li Lehine Center Laatzenê li hev civiyan, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz girtin. Piştre axaftinên li ser pêvajoyê hatin kirim.
Gireyê piştî axaftinan, bi flamayên wêneyê Rêber Apo li ser dest bi meşê kirin.
Di tevahiya meşê de danezan hatin belavkirin û stran û sirûd hatin xwendin. Gelek caran dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Bijî Berxwedana Tişrînê" ve “Bijî Berxedana Gerîlla" hatin berzkirin.
Piştî ku dosyayek radestî Parlamentoya Saksonya hate kirin, mitîng hate lidarxistin û çalakî bi dawî bû.