Nobeda li Wanê bi coşeke mezin berdewam dike: Em ê rê nedin dagirkeran
Hevşaredara Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal di nobeda li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê axivî û got: ‘’Bila dagirker bizanibin ku em ê teqez ser bikevin.’’
Hevşaredara Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal di nobeda li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê axivî û got: ‘’Bila dagirker bizanibin ku em ê teqez ser bikevin.’’
Nobeda li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di roja xwe ya duyemîn de bi coşeke mezin berdewam dike. Piraniya beşdarên nobetê ciwan in. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û gelek hevşaredarên Kurdistanê beşdarî çalakiya îşev bûn.
‘DIVÊ DESTHILATDARIYA ZORDAR AQILÊ XWE BÎNE SERÊ XWE’
Di destpêkê de Hevşaredarê Tetwanê yê DEM Partiyê Mûmîn Erol bang li ciwanan kir û got: ‘’Parastina demokrasiyê dîsa ket ser milê me Kurdan. Ev 22 sal in em bi rêveberiyeke totalîter re rû bi rû ne. Maf tên binpêkirin û civaka me roj bi roj xizantir dibe. Dê tu feydeya van nêzîkatiyan ji tu kesî re nebe. Divê desthilatdariya ku serî li kiryarên antîdemokratîk dide, aqilê xwe bîne serê xwe.’’
Hevşaredarê Mûşê Sirri Soylemez jî axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Difikirin ku wê me tune bikin, lê belê em hemû caran hene û em ê hebin jî. Heya roja îro tu kesî nekarî îradeya gelê Kurd ê birûmet desteser bike. Têkoşîna me têkoşîneke demokratîk e. Em vê hewldana desteserkirina îradeyê şermezar dikin.’’
‘EM Ê TEQEZ SER BIKEVIN’
Hevşaredara Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal jî ev yek anîn ziman: ‘’Hûn rûmeta me ne. Ez li sernavê partiya me û şaredariya me we bi rêzdarî silav dikim. Em mafdar in û em ê teqez ser bikevin. Bila dagirker bizanibin ku em ê teqez ser bikevin. Weke hûn jî dizanin, hewl didin ku îradeya gelê Kurd desteser bikin. Lê belê gelê Wanê li pêşiya şaredariya xwe kom bûye û li îradeya xwe xwedî derdikeve. Em ê bi tu awayî rê nedin dagirkeran. Ji ber vê yekê em ê teqez ser bikevin.’’
Nobeda li pêşiya avahiya şaredariyê bi gerandina govendê û tîlîliyan berdewam dike.