Ji bo Rêber Apo li Darmstadt û Mannheimê stand hat danîn
Li Darmstadt û Mannheimê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo stand hatin danîn.
Li Darmstadt û Mannheimê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo stand hatin danîn.
Jinan li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêber Apo stand danî. Stand bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Sara ve li qada Luissenplatzê hat danîn. Stand bi wêneyê Rêber Apo hatin xemilandin.
Jinan di standê danezên balê dikêşe li ser tecrîda 26 sal in belav kirin. Jinan diyar kir ku Rêber Apo bi paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk, azadiya hemû gelan parastiye û divê êdî bigihêje azadiya xwe.
Çalakî heta saetên direng berdewam kir.
MANNHEIM
Li Mannheimê jî ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya konvedanê ya du rojan hat destpêkirin.
Kon li qada Paradeplatzê di saet 13.00’an heta 17.00’an hat danîn. Di çalakiyê de danez hatin xwendin, peyam hatin dayîn û muzîk hat guhdarkirin.
Kesên tevlî çalakiyê bûn xwestin ku tecrîda mutalq a li ser Rêber Apo bi dawî bibe.
Di çalakiyê de banga tevlêbûna meşa 15’ê Sibatê ya li Strasbourgê bê lidarxistin hat kirin.