Elmanya dê polîsan bişîne bajarê Refahê
Elmanyayê qebûl kir ku ji bo çavdêriya deriyê sînor ê bajarê Refahê yê di navbera Xeze û Misirê cih digire de girêdayî misyona Yekîtiya Ewropayê polîsan bişîne.
Elmanyayê qebûl kir ku ji bo çavdêriya deriyê sînor ê bajarê Refahê yê di navbera Xeze û Misirê cih digire de girêdayî misyona Yekîtiya Ewropayê polîsan bişîne.
Li gorî nûçeyeke Reutersê ku xwe dispêre çavkaniyeke hikûmetê, bername û dîroka têkariya Elmanyayê hê diyar nebûye.
Yekîtiya Ewropayê (YE), meha borî mîsyona ku ji personelên Spanî, Îtalî û Fransî pêk dihat, ji nû ve da destpêkirin û xwestibû ewlehiya deriyê sînor pêk bîne ku deriyê berbehs ji bo derbasbûna alikariya mirovî xwedî roleke girîng e.
Her wiha Elmanyayê beriya niha ragihandibû ku têkildarî mijara rola xwe bi hin wezaretên xwe re gotûbêj kiriye lê belê hûrgiliyên biryarê hê tam diyar nebûne.