Parlamentoya Ermenistanê daxwaza endamtiya YE’yê erê kir

Parlamentoya Ermenistanê yekem xwendina pêşnûmaya têkildarî destpêkirina mizakereyên endamtiya ji bo Yekîriya Ewropayê erê kir.

Pêşnûmaya ku ji parlamentoyê re hatî pêşkêşkirin, bi 63 dengên erê û 7 dengên nayê hate qebûlkirin. 

Di pêşnûmayê de ev yek tê gotin: ‘’Komara Ermenistanê ku armanc dike Ermenistanê bike welatekî ewle û pêşketî, weke îfadeya îradeya gelê xwe îlan dike ku pêvajoya endamtiya ji bo YE’yê dest pê kiriye.’’

Bi vê biryarê xwesteka Ermenistanê ya têkildarî nêzîkbûna ji welatên Rojava re derdikeve holê. 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di dawiya sala 2023’yan de Azerbeycana cînarê Ermenistanê Karabax dagir kiribû ku Êrîvan dibêje ew herêm xaka wan e. 

Bakûyê ev operasyon bi piştgiriya dewleta Tirk pêk anîbû û di encamê de gelek welatiyên li herêma berbehs ji Ermenistanê re hatibûn sirgûnkirin û Ermenistanê jî nekarîbû bi awayekî rasterast alikariya welatiyên ku ji cih û warên xwe hatin dûrxistin, bike. 

Heya wê demê Hikûmeta Ermenistanê ji bo pêşîêgirtina îlheqa Karabaxê ya ji aliyê Azerbeycanê ve baweriya xwe bi piştgiriya Rûsyayê dianî lê belê Rûsyayê li hemberî vê mijarê helwesteke pasîf nîşan da. Ev helwesta Rûsyayê bû sedem ku Ermenistan berê xwe bide bloka Rojava.