Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê cezayê 3 sal û 9 meh a li dijî Hevşeredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hatiye birîn û hewldana desteserkirina şaredariyê protesto kir.
Daxuyanî li Semta Ofîsa a li navçeya Yenîşehîrê hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Îradeya gel nabe were desteserkirin. Ji qeyûmê re rê nîne” hate vekirin.
Gelek partiyên siyasî û rêxistina civaka sivîl a li bajêr tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmeyên “Abdullah Zeydan rûmeta me ye” û “Bijî Berxwedana Wanê” hatin berzkirin.
Hevserokê TUM-BEL-SEN’a Amedê Mehmet Candar li hemberî cezayê ku li Abdullah Zeydan hatî birîn, nerazîbûnên xwe nîşan da û ev yek anîn ziman: ‘’Desthilatdariyê çi kir? Desthilatdarî li Wanê bi rêya kûmpasa darazê dixwaze îradeya gelê Wanê desteser bike. Em ê rê nedin qeyûman. Desteserkirina îradeya gel, derbeya sivîl e.’’
‘HEWL DIDIN AŞITIYA CIVAKÎ TÊK BIBIN’
Hevserokê Rêxistina Bajêr a Amedê ya DEM Partiyê Abbas Şahîn jî got: ‘’Desthilatdarî hiqûqê weke amûreke zextê bi kar tîne û dixwaze îradeya gel desteser bike. Bi van kiryarên xwe yên derqanûnî hewl didin aşitiya civakî têk bibin. Lê belê civak pêkvejiyanê dipejirîne.’’
Şahîn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtinên ku hatine kirin û got: ‘’Dema em li hevdîtinan dinêrin, em dibînin ku Birêz Ocalan gotiye; ‘Em dikarin çawa têkiliyên gelên Kurd û Tirk pêş bixin?’ Piştre pêngavên cidî hatin avêtin. Lê belê çi hikmet e ku yek kete dewrê û hewl dide van gelan rûberî hev bixe. Dema ku em qala pêkvejiyanê dikin, hin kes ji vê yekê aciz dibin. Hûn çi jî bikin dê ev civak bi hev re bijîn. Hûqûq dê nebe amûra zextê, dê bibe temînata demokrasiyê.’’
‘DEV JI DIJMINTIYA GELÊ KURD BERDIN’
Hevseroka Rêxistina Bajêr a Amedê ya DBP’ê Sûltan Yarayê jî ev yek anîn ziman: ‘’Ji bo dabînkirina aşitî û demokrasiyê divê hûn dev ji vê dijmintiya xwe berdin. Tevî hemû deq û dolabên jî we nekarî hûn di hilbijartinê de ser bikevin. Lê belê dîsa jî hûn dev ji dijminatiya xwe bernadin. Divê dewlet dev ji dijmintiya gelê Kurd berde. Qeyûm tê wateya desteserkirina îradeya gelê Kurd tunesibandinê. Aşitî wiha pêk nayê.’’
‘HEWLDANA AVAKIRINA REJÎMA WESAYETÊ’
Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Ahmet Baran hewla nedana mazbeteya Zeydan di encama berxwedana gel de hate têkbirin û got: ‘’AKP li hemberî têkçûna xwe darazê weke çekekê bi kar tîne. Tunehesibandina dengên vî gelî tê wateya hewldana derbeyê. Desteserkirina şaredariyan tê wateya binpêkirina demokrasiyê. Polîtîkaya qeyûman, li hember îradeya gel hewldana avakirina rejîma wesayetê ye.’’
‘ÇARESERÎ DÊ BI GUHDARÎKIRINA GEL PÊK WERE’
Baran di dewama axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên zextê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Pejirandina rêbazên berê yên hatine ceribandin û encam jê nehatine bidestxistin, zirarê dide aşitiya civakî. Çareseriyeke demokratîk ne bi bêdengkirina gel, bi guhadrîkirina gel pêkan e. Divê AKP zîhniyeta xwe ya derbekar bibîne û li hemberî kesên hatine hilbijartin serî li gefa polîs, leşker û darazê nede. Em berxwedana gelê Wanê ya birûmet silav dikin.’’