BI DÎMEN

Çalakiya Cenevreyê: Em ji bo aştiyeke bi rûmet amade ne

Di çalakiya ku ji bo azadiya Rêber Apo li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê dewam dike de peyama, “Em ji bo aştiyeke bi rûmet û jiyanekî demokratî amade ne” hate dayîn.

Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê didome. Çalakiya ku ji 25'ê Çileya 2021'an ve her roja Çarşemê dewam dike, vê hefte ji aliyê Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) ve hate lidarxistin.

Di çalakiyê de rojnamevan Azîz Koyluoglû yê ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Silêmaniyeyê şehîd bû, hate bîranîn û banga tevlîbûna meşa ku wê 15’ê Sibatê li Strasbourgê bê lidarxistin, hate kirin.

Endamê Komîteya Çalakiyê Veysel Kûşkanadi di çalakiyê de axivî û Azîz Koylûoglû, Gurbetelî Ersoz, Dilîşan Îbîş, Dilovan, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Şîlan Aras, Nagîhan Akarsel, Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn, Nazim Daştan û Cihan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, bi bîr anî. Kûşkanadi diyar kir ku kevneşopiya çapemeniya azad bi Mûsa Enteran destpê kir û wiha got: “Di 2 salên dawî de bi dehan xebatkarên Çapemeniya Azad di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de hatin qetilkirin û bi sedan rojnamevan jî hatin girtin.”

Kûşkanadi anî ziman ku divê ev komkujî di çarçoveya sûcê şer de bên nirxandin.

Kûşkanadi bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT), Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan  (HRW), Konseya Ewropayê (KA) û hemû aliyên îmzevanê Peymana Cenevreyê kir ku li dijî van êrîşan berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin.

Nûnera FEDA’yê Songul Aslan jî wiha got: “Em ji bo aştiyeke bi rûmet û jiyanekî demokratîk amade ne.  Şert û mercên ku şer wê bi dawî bibe û jiyana bi rûmet û demokratîk ava bibe, diyar in. Ji bo me şert û mercên aştiyê azadiya fîzîkî ya girtiyên siyasî bi taybet ya Rêber Apo ye.”

Di çalakiyê de herî dawî li ser navê Dîwana Hevserokatiya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Tûba Yilmaz mafê axaftinê girt. Tûba Yilmaz Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku ew ê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bin.

Tûba Yilmaz wiha got: “Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî û mezinkirina daxwaza ya xwe “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk’ bang li gelê xwe dikin ku bi awayekî xurt tevlî meş û mitînga li Strasbourgê bibin. Sala 2025’an wê bibe sala têkçûna polîtîkayên îmha û înkarê ya li ser gelê Kurd. Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re wê komploya navneteweyî bi temamî bê encam bimîne.”