Asteroîdekî mezin wê di ber cîhanê re derbas bibe

Sibe nîvê şevê wê asteroîdekî mezin nêzî dorhêla cîhanê bibe ku ev yek bûye cihê fikaran. Ji ber ku asteroîd wê di ber cîhanê re derbas bibe, hişyarî tê kirin ku bibe sedema gelek afetên xwezayî.

Li gorî daxuyaniya Daîreya Fezayê û Hewakariyê ya Neteweyî ya Emerîkayê (NASA), asteroîdê ku ji 650 metreyî heta 1.5 kîlometreyî berfireh, nêzî dorhêla cîhanê dibe. Tê payin ku asteroîdê mezin sibe li gorî dema DYE'yê saet di 21:45'an û li gorî dema Îngilistanê jî 22'ê Gulanê saet di 02:45'an bikeve dorhêla cîhanê.

Asteroîd ji ber ku wê bikeve dorhêla cîhanê, di kategoriya 'Apollo' de tê pênasekirin. Ev asteroîd yekemcar sala 1997'an hatibû tespîtkirin. Navê '136796 (1997 BQ)' lê hatibû kirin.

ASTEROÎDÊN EWQASÎ MEZIN DIKARIN BIBIN SEDEMA RÛDANA AFETÊN XWEZAYÎ

Lê belê tişta ku pisporan dixe nava tirs û fikaran mezinahiya asteroîd e. Di daxuyaniyên NASA'yê de yên beriya niha dihate gotin, ku asteroîdên bi qasî kîlometreyekê mezin in, li cîhanê dikarin bibin sedema rûdana gelek bûyerên xwezayî yên hilweşîner. Erdhej, tsûnamî û hin bûyerên xwezayî çend ji van bûyeran e.

ASTEORÎDÊ KU BI 10 KÎLOMETREYÎ MEZIN BÛ, DÎNOZOR HEMÛ TUNE KIRIBÛ

Ev fikar ji ber hin felaketên mezin ên di dîrokê de qewimîn, cidî tê dîtin. Dînozorên ku beriya 65 milyon salî sax bûn, tê gotin ku ji ber ketina asteorîdekî mezin di demekê de tune bûn. Lİ gorî vê yekê asteorîdekî bi 10 kîlometreyî mezin li Nîvgirava Yûcatan a li Emerîka Navîn ket û enerjiya ku di encama vê de derkete holê bû sedema bûyerên xwezayî û dînozor jî di nav de 75 ji sedî yên zindiyên li cîhanê tune kiribû.