Artêşa Zîmbabve Serokdewlet Mugabe binçav kir

Televizyona dewletê ya Zîmbabve û hêzên artêşê ku cihên stratejîk ên paytext Harar girtin, diyar kirin ku ewan Serokdewlet Robert Mugabe binçav kirine.

2 kesên endamên artêşê ku televizyona Dewletê ya Zîzbabve ZBC bi dest xistin diyar kirin ku Serokdewlet Robert Mugaba û malbata wî di ewlehiyê de ye. General S. B. Moyo diyar kir ku ‘artêşê dest li ser Rêveberiyê nedaniye’ û got hedefa wan ‘şebekeya sûc e’ ya li derdora Mugabayê. Her wiha bi domdarî got kengî peywira wan qediya ew hêvî dikin jiyan were ser rewşa asayî.

Moyo diyar kir ku şexsên di behsê de ziyan gihandine avaniya civakî û aborî ya welêt.

Mugabe ê 93 salî lîderê herî kal ê dinyayê ye. Zîmbabave ya ku 1980’an serbixwe bû, heta bi 1987’an serokwezîrtî Mugabe kir û ji wê demê û wir ve serokdewletiyê dike.