Anketên hilbijartina Fransayê: Macron li pêş e, dengê Mêlenchon zêde dibe

Li gorî anketên li ser hilbijartina serokkomariyê ya Fransayê, ku piştî 4 hefteyan tê kirin, şensê Emmanûel Macron zêde dibe. Her wiha namzetê çep a radîkal Jean-Lûc Mêlenchon jî dengê xwe zêde dike.

Li gorî anketên di nava hefteyê de ji bo hilbijartina 23'ê Nîsanê hatin kirin, rêjeya dengê namzeta rastgiriya tund Marîne Le Pen ji sedî 25 heta 27'an e.

Rêjeya dengê Emmanûel Macron jî, ku bi bernameya xwe ya lîberal tê naskirin û destekê ji hin siyasetmedarên Partiya Sosyalîst û rastgiran digire, di asta dengê Marîne Le Pen de ye. Li gorî hin anketan, Macron wê ji Le Pen bêhtir dengan bigire.

Di anketan de tê destnîşankirin, namzetê Komarparêzan (LR) Françoîs Fîllok, ku ev du meh in ji ber lêpirsîna li ser 'qezenca neheq' di rojevê de ye, benda ji sedî 20'an derbas nake. Rêjeya dengê Fîllon ji sedî 17 heta ji sedî 19'an e.

DENGÊ MÊLENCHON ZÊDE DIBE

Li gorî anketan, rêjeya dengê siyasetmedarê çep ê radîkal Jean-Lûc Mêlenchon ji dengê namzetê Partiya Sosyalîst a li desthilatdariyê zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de rêjeya dengî Hamon, ku heta hefteya bihurî ji sedî 13 ê dengan digirt, kêm bû. Di anketeke roja Înê de dengê Mêlenchon ji sedî 2 zêde bû û gihîşt ji sedî 14'an.

Lê belê, ev her du namzetên çepgir ku bernameyên wan jî nêzî hev in, bersiveke neyînî didin bangên ji bo yekbûnê. Ji ber vê yekê şensê hilbijartina wan, kêm e. Di adwiya hilbijartinê de tê payî ku hilbijêrên çepgir berê xwe bidin namzetekî ji van her du namzetan.