Agirbesta DYE-Talîbanê: Merasîma sondxwarina Ganî hate taloqkirin

Hikumeta Efgan, li ser daxwaza DYE'yê merasîma sondxwarinê ya Serokkomar Eşref Ganî ji bo bandorê li agirbesta bi Talîbanê re neke, taloq kir.

Daxuyanî ji aliyê Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ve hate kirin. DYE, ji bo hevdîtinên aştiyê yên bi Talîbanê re nekeve rewşeke zehmet, daxwaza talqokirinê dikir. Wezaretê diyar kir ku hikumeta Efgan daxwaza ji bo taloqkirina merasîma sondxwarinê qebûl kir.

Eşref Ganî di hilbijartinên Serokkomariyê yên 28'ê Îlonê de ku hejmara tevlîbûnê kêm bû, 50.64 ji sedî yê dengan wergirtibû û hatibû hilbijartin. Merasîma sondxwarinê wê roja Pêncşemê bihata kirin.

Encamên dawî yên hilbijartinê ku cihê nîqaşê bû, piştî pênc mehan di 18'ê Sibatê de hatibû eşkerekirin. Ji 9.6 milyon hilbijêrên qeydkirî tenê 2.7 milyon hilbijêrî dengê xwe dabûn. Nêzî nîvê dengê wan jî nederbasdar hatibû hesibandin û tenê 1.8 milyon deng mabû.

Heta niha ne hevrikê Ganî Abdullah Abdullah ne jî DYE'yê serketina Ganî nas kirine. Abdullah îdîa dike ku di hilbijartinê de ew bi ser ketiye û gefê dixwe ku wê hikumeta paralel ava bike. Li gorî encamên fermî Abdullah 39.52 ji sedî yê dengan wergirt.

Danûstandinên navbera DYE û Talîbanê zêdeyî saleke dewam dike û roja Şemiyê derbasî qonaxeke girîng bûbûn. Talîbanê pêvajoya 'kêmkirina tundiyê' ya ji bo hefteyekê da destpêkirin. Di dawiya vê pêvajoyê de jî tê payin ku roja Şemiyê li bajarê Doha yê Qatarê di navbera DYE û Talîbanê de peymanek bê îmzekirin. Li gorî vê peymanê, di berdêla vekişîna hêzên DYE'yê de ji Efganistanê, Talîban garantiya ewlekariyê dide. Eger bê îmzekirin, gava duyemîn jî wê destpêkirina danûstandinên navbera Efganan be.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp di 23'ê Sibatê de daxuyaniyek da û diyar kir ku wê peymana bi Tevgera Talîbanê re bi xwe îmze bike. Trûmp got, "Bi dîtina min Talîban jî agirbestekê dixwazin. Ji şer bêzar bûn."

Berdevkê Abdullah Abdullah Freydon Hwazon ji Reûtersê re axivî û diyar kir ku merasîmên sondxwarinê yên Ganî û Abdullah "ji bo piştgiriya bi pêvajoya aştiyê re" hatine taloqkirin.