Agahiyên dawî ya li ser belavbûna vîrûsa Korona yê

Heta niha 82 kes bi vîrûsa Korona ya ku meha Kanûnê li Çînê derketibû ketine. 2 hezar 800 kes jî ji ber vîrûsê mirine.

Her diçe bi lez bû bez vîrûsa Covîd-19 belavî cîhanê dibe. Vîrûsa Korana raste rast êdî derdorî 50 welatan eleqedar dike. Li Çînê 78 hezar û 600 kes bi vîrûsê ketine, hejmara miriyan jî zêdeyî 2 hezar û 700 kesî ye.

Li deverên din ên cîhanê li derdorî 5 welat û herêman hatiye tezbîtkirin ku zêdetirî 3 hezar û 479 kes bi vîrûsê ketine. Li gelemperiya cîhanê 82 hezar kes bi vîrûsê ketine, hejmara miriyan 2 hezar û 800 kesî jî derbas kiriye.

Li Ewropayê hatiye tezbîtikirin ku vîrûs belavî 15 welatan bûye. Welatên li Ewropayê vîrûs belav bûye wiha ne: Danîmarka, Spanya, Fransa, Qiralyeta Yekbûyî, Swîsre, Îtalya, Belçîka, Elmanya, Evûstûrya, Yewnanistan, Hirvatistan, Romanya, Bakurê Makadonya, Fînlandya, Swêd, Norveç û Estonya.

Di demekê nêzîk de bûyerên vîrûsê li Cezayîr, Brezîlya û Pakistanê jî hatin tezbîtkirin.

Ji derveyî Çînê fikarên li Bakurê Kore, Îran û Îtalyayê zêdetir dibin. Li van welatan di carekê de belav dibin. Li Bakurê Koreyê derket holê ku di rojeyk de zêdetirî 500 kes bi vîrûsê ketine. Hejara kesên bi vîrûsê ketin a rojane ya vî welatî Çînê derbas kir. Li Bakurê Koreyê heta niha bi kêmanî 1 hezar û 766 kes bi vîrûsê ketine, 13 kes jî mirine.

Li Îtalyayê jî kesên ji ber vîrûsa Koronayê mirine hejmara wan derket 12’an. Kesên mirine piranî kesên nîv emrên xwe bûn û pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hebûn. Li gelemperiya walat hejmara kesên bi vîrûsê ketine 374’in.

Li Îranê li gorî bîlançoya fermî hejmara kesên bi vîrûsê ketine 245 kes in, 26 kes jî mirine. Guman heye ku Îran hejmara kesên bi vîrûsê ketine diveşêre heye.

Li Fransayê jî heta niha 18 kes bi vîrûsê ketine, 2 kes jî mirine. Ji kesên bi vîrûsê ketine 11 baş bûne, 5 jî hê jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.