BI DÎMEN

Şervanên jin li dagirkeran xist: Dagirkerek hat kuştin û pergala radarê hat rûxandin

Şervanên jin ên Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên SMO yên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê çalakiyeke tolhildanê li dar xistin. Di çalakiyê de çeteyekî SMO hate kuştin û pergala radarê hat rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên jin ên Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê li hember êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya bersivdayînê de çalakî li dar xist. YPJ’ê anî ziman ku şervanan ev çalakî ji bo bîranîn û tolhildana şehîdên berxwedana Qereqozaq û Tişrînê pêk anî.

YPJ’ê diyar kir ku di vê çalakiyê de pergala radarê ya li baregeha dewleta Tirk a dagirker a li gundê Menax ê Serêkaniyê bi temamî hat rûxandin û got: “Li gundê Um El Kêf ê girêdayî Til Temirê yê Kantona Cizîrê jî çeteyekî dagirkeriya Tirk ji hêla şervanên jin ve bi çalakiyeke sekvaniyê hate kuştin.”