Şerê Xezeyê kete roja 100’an: Nêzî 24 hezar kes mirin
Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de ket roja 100’an. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ji 7’ê Cotmehê ve nêzî 24 hezar kes di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan.
Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de ket roja 100’an. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ji 7’ê Cotmehê ve nêzî 24 hezar kes di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê roja Yekşemê daxuyanî da û ragihand ku ji destpêka şer û vir ve li Xezeyê 23 hezar û 968 kes hatin kuştin ku piranî ji wan jin û zarok bûn.
Li gorî daxuyaniyê ji 7’ê Cotmehê ve li deverên biçûk ên Fîlîstînê 60 hezar û 582 kes jî birîndar bûne.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahî roja Şemiyê wiha gotibû: “Ti kes nikare me birawestîne – ne Lahey ne jî Eksena Şer.”