Şerê Xezeyê di roja 96'an de ye: 23 hezar û 357 kes mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku li Şerîda Xezeyê, ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 23 hezar û 357 kes hatine kuştin.

Li gorî Hamasê ku Şerîda Xezeyê kontrol dike, ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şer û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 23 hezar û 357 kes hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku piraniya kesên hatine kuştin jin û zarok in. Her wiha hate ragihandin ku 59 hezar û 410 kes jî birîndar bûne.

Saziyên navneteweyî diyar dikin ku ji sedî 85 ê nifûsa Xezeyê ji cih û warê xwe bûye, alîkariya mirovî bi derengî digihêje Xezeyê û li ser felaketeke tenduristiyê hişyariyê didin.