Şefê Porsche bi Erdogan re li ser çi axivî?

Di rojên dawî de hewl tê dayin ku krîz û aloziya navbera Berlîn-Enqereyê bê nermkirin. Rêveberê şîrketa wesayitan a Elman Porsche Ûwe Huck bi Serokkomarê Tirk Erdogan re rûnişt.

Piştî ku welatiyê Elman Peter Steûdtner ê ji aliyê rejîma Erdogan ve dîl hate girtin serbest hate berdan, piştperdeya pêvajoya nermbûna têkiliya Berlîn-Enqereyê bû mijara meraqê. Di demeke bi vî rengî de endamê Desteya Rêveber a şîrketên Volkswagen û Porsche Ûwe Huck ji bo hin danûstandinan bike çû Tirkiyeyê.

Huck yek ji wan kesan e ku ev demeke dirêj e ji bo qedandina aloziya navbera hikumeta Merkel û desthilatdariya Erdogan di nava hewldanan de ye. Huck di heman demê de Alîkarê Serokê Konseya Kontrolkiirnê ya Porsche ye. Taybetmendiyeke din a Huck jî ew e ku dostekî nêz ê Wezîrê Karên Derve yê Elman Sîgmar Gabrîel e.

Ji bo dostaniya Tirkiye û Elmanyayê, Huck plan dike ku bi Boksorê Şampiyonê Ewropayê Firat Arslan re maçeke boksê bike. Slogana Huck jî bi vî rengî ye; "Tirkiye û Elmanya ancax di rîngê de bên hemberî hev." Maça destpêkê ya Huck û Aslan wê di Adara 2018'an de li Stûttgartê bê kirin ku febrîqeyên Volkswagen û Porsche lê ne.

Hat ragihandin, rêveberê Porsche Ûwe Huck duh li Stenbolê hin danûstandin kir û bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re jî rûnişt. Li ser naveroka hevdîtinê agahî nehat bidestxistin. Huck di daxuyaniya xwe de ku ji çapemeniyê re ragihand, peyam da ku pirsgirêkên navbera her du welatan dikarin bên çareserkirin.

Balkêş e di dema dawî de xwediyên şîrketên mezin ên Elman diçin qesra Erdogan. Beriya şefê Porsche, CEO yê şîrketa pîşesaziya çekan a Elman Rheînmetall Armîn Papperger jî li qesra Yildiz a li Stenbolê bi Erdogan re rûniştibû. Di encama hevdîtinê de biryar hatibû dayin ku bi hevkariya Tirk-Elman hezar tankên buhayê xwe 7 mîlyar Euro ye bên hilberîn.