Îsraîlê deriyê sînor ê Beyt Hanûnê girt

Îsraîlê deriyê sînor ê Beyt Hanûnê (Erez) ê li bakurê Xezayê girt.

Rayedarên Fîlîstînî diyar kirin ku gelek Fîlîstîniyan ji bo şikandina dorpêçiya Îsraîlê ya li ser Xezayê bi kelekan berê xwe dan derya Spî û Îsraîlê jî bi girtina deriyê sînor bersiv da vê yekê.

Tevgera Neteweyî ya Şikandina Dorpêçiya li ser Xezayê, ji bo şikandina dorpêçiyê çalakiyek organîze kir. Gelek Fîlîstîniyên tevlî çalakiyê bûn, bi 40 kelekan ji îskeleya masîgiran a li Xezayê berê xwe dan Derya Spî.

Li Şerîda Xezayê nêzî 2 milyon Fîlîstînî hene. Ji 7 deriyên wê yên sînor 6 jê ji aliyê Îsraîlê ve, yek jî ji aliyê Misrê ve tên kontrolkirin.